KCK:DI 31’Ê ADARÊ DE FAŞÎZMA AKP-MHP’Ê TÊK ÇÛ

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê û Koordînasyona Komeleya Jinên Kurdistanê KJK’ê derbare hilbijartina herêmî yên Tirkiyê de daxuyaniyên cûda dan.
KCK û KJK’ê diyar kirin ku di van hilbijartinan de faşîzma AKP-MHP’ê têk çû û gotin:
Careke din derket holê ku gelê Kurd li Tirkiyê û Rojhilata Navîn bûye dînamîka demokrasiyê ya herî sereke.

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê derbarê hilbijartinên herêmî yên Tirkiyê de daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Di daxuyaniya KCK’ê de ev tişt hatin gotin;

Tifaqa faşîst a AKP û MHP’ê li Tirkiyê hatiye têkbirin.

HDP’ê bi stratejiya xwe ya di 31’ê Adarê de bandoreke mezin li ser dahatûya Tirkiyê kiriye.

Kurdan û hêzên demokrasiyê yên ku li hemberî êrîşên faşîst li ber xwe dane, rê li ber têkçûna desthilatdariyê ya AKP û MHP’ê vekirin.

CAREKE DIN DIYAR BÛ KU KURD DÎNAMÎKA DEMOKRASIYÊ NE

Careke din hatiye dîtin ku li ser xeta neteweya demokratîk û welatê hevpar wê pirsgirêkên bingehîn ên Tirkiyê werin çareserkirin û bi karakterê xwe yê demokratîk wê bibe welatekî mînak.

Yekîtiya demokratîk a gelên Tirkiyê ku di vê hilbijartinê de berbiçav bû, eşkere kir ku divê çareseriya pirsgirêka Kurd çawa be.

Bidawîbûna tecrîdkirina Rêber Apo û afirandina şert û mercên kar û jiyana azad, ji bo demokratîkbûna Tirkiyê gelekî girîng e.

Pêwîste serketina hilbijartinê ya gelê Kurd û hêzên demokrasiyê tenê bi vê yekê re nemîne, di çarçoveya têkbirina faşîzma AKP-MHP’ê ya bi giştî û pêkanîna demokratîkbûna Tirkiyê de bê nirxandin.

Em gelê Kurd û hêzên demokrasiyê ji ber helwest û serketina wan a di hilbijartinên 31’ê Adarê de pîroz dikin, li ser bingeha rihê 31’ê Adarê bang dikin ku xwe bispêrin yekîtiya demokratîk a gelê Tirkiyê û têkoşînê mezin bikin.”

FAŞÎZMA AKP’Ê DERBEKE MEZIN XWAR, EM TÊKOŞÎNÊ GEŞ BIKIN

Koordînasyona Komeleya Jinên Kurdistanê KJK’ê jî derbarê heman mijarê de daxuyaniyek da.

Koordînasyonê diyar kir ku Têkşikîna faşîzma AKP’ê serkeftina hêzên azadiyê û demokrasiyê yên Tirkiyê, ya tevgera azadiya Kurd û jinan e.

KJK’ê jî dest nîşan kir ku çi hêzeke ku vîna rêxistinî ya Kurdan tine dihesibîne li Rojhilata Navîn nikare siyasetê bike.

KJK’ê bang li gel û jinan kir ku têkoşînê geş bikin û yekîtiya xwe ava bikin

Leave a Reply

Back to top button