Cemîl Bayik: Divê Îsraîl êrişên xwe rawestîne

Hevserokê Konseya Rêveber a KCK’ê Cemîl Bayik bal kişand ser paraleliya navbera pirsgirêkên Kurd û Fîlîstînê û got, herdu pirsgirêk bêne çareserkirin wê li Rojhilata Navîn zemîna komplo û operasyonan ji holê rabe.

Hevserokê Konseya Rêveber a KCK’ê Cemîl Bayik êrîşa dagirkeriyê ya Îsraîlê ya li ser Xezeyê ji ANF’ê re nirxand, ku piştî êrîşa Hamasê ya 7’ê Cotmehê ya li ser Îsraîlê destpê kir.

Cemîl Bayik dazanîn ku şerê ku niha li filîstînê rû dide ne nûye, ev şer berdewamiya polîtîkaya qirkirina filîstiniyan ji aliyê Îsraîlê ve ye.

Cemîl Bayik diyar kir ku li Xezayê bi rengekî şênber komkujî tê kirin û bang li Îsraîlê kir ku van êrîşan tavilê bisekinîne.

Cemîl Bayik: Dewleta Tirk şerê Hemas û Îsrîlê bikartîne

Bayik nêzîkatiya DYE, Îran, dewletên Ereb û taybet jî ya tirkiyê li hember şerê îro weke nêzîkatiyek îstîsmar pênasekir û got:

“Ew ne dostê gelê Îsraîlê ne, ne jî dostê gelê Fîlîstînê ne. Her yek ji wan ji bo polîtîkayên xwe bimeşînin nêzî meseleyê dibin

Ji ber ku ne bi nêzîkatiyeke demokratîk lê belê li ser bingeha berjewendiyên siyasî, aborî û berjewendiyên cuda nêzî pirsgirêkê dibin û tevlî dibin.

Nêzîkatiya DYE’yê bi vî rengî ye. Nêzîkatiya dewletên ewropajî jî bi heman rengî ye. Di serî de Tirkiye û Îran nêzîkatiya dewletên herêmê jî bi vî rengî ye.

Bi taybetî nêzîkatiya Tirkiyeyê gelekî pragmatîst e. Tirkiye ji bo polîtîkayên xwe yên qirkirina kurdan bibe serî, doza Fîlîstînê bikartîne û naxwaze ev pirsgirêk bi rêkên demoktrîk çareser bibe.”

Cemîl Bayik: Çareseriya pirsgirêka Kurd û Fîlîstînê fikrê Rêber Apo ye

Bayik diyar kir ku pirsgirêkên Kurd û Fîlîstînê ku du pirsgirêkên herî mezin ên li Rojhilata Navîn e, di heman demê de du dînamîkên herî mezin ên demokratîkbûnê ne û ev nirxandin kir:

“Çareseriya van herdu pirsgirêkan bi mejî û nêzîkatiyeke demokratîk dibe. Bi projeya Rêber APO dibe.

Lewma wê dawî li neteweperestî, olperestî, neteweperestiya dewletê û her cûre fanaîzmê bîne ku çavkaniya pirsgirêkên li Rojhilata Navîn e.

Çareseriya mayinde ya van herdu pirsgirêkan wê Îran, Iraq, Sûriye, Tirkiye û Îsraîlê ji aliyê demokratîk ve veguherîne, çareseriya van herdu pirsgirêkan gelekî girîng û mezin e.

Li aliyê din wê zemîna dîzayn, operasyon û komployên li ser Rojhilata Navîn jî ji holê rake. Çareseriya pirsgirêkên Kurd û Fîlîstînê wê bandoreke erênî li tevahiya cîhanê bike.”

Bayik di heman demê de bang li gelên Kurd û Fîlîstînê jî kir ku çi dibe bila bibe dest ji welatê xwe bernedin.

Şerê Îsraîl û Hemas: 44 Roj

Back to top button