Bi dehan şêniyên Kobanê û endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê bi diruşma “Dem dema azadiya rêber Apo ye” meşek li dar xist.
Meş ji Qada Jina Azad dest pê kir û li Qada Saetê vegerî mîtîngê.
Li wir berdevkê Tevgera Ciwanên Şoreşger a herêma Firatê Mihemed Mehmûd axivî û got:
“Heta azadiya fîzîkî ya rêber Ocalan pêk neyê em ê li ser pêyan bin.
Dewleta Tirk a ku li her herêman bi balafir û topavêjên xwe êrişî Kurdan dike û çekên kîmyewî yên qedexekirî li dijî wan bi kar tîne di pêknîna armancên xwe û têkbirina vîna gelê Kurd de bi ser nakeve.
Ji lewra tecrîda li dijî rêber Ocalan giran dike û rêber Ocalan ji gel qut dike.
Em ji vir teqez dikin ku fikirê rêbertî rojane zêde belav dibe û hûn di planên xwe yên qirêj de bi ser nakevin.”