Li Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê di van çend rojên dawîn de barana gur û birûsk hebû.
Wê yekê hemû cotkar bi taybet cotkarên peqle û kemûn xist metirsiyê.
Li gorî Endazyarê Çandiniyê parastina di mîna van rewşan de ew e ku derman werin bikaranîn.
Di vê dema salê de piranî berhemên çandiniyê, mîna ceh, genim, kemûn, peqel û sebze di qonaxa kamilbûnê de ne û amadekarî ji bo çinînê tê kirin.
Endazyarê çandiniyê Serbaz Hawil derbarê mijarê de axivî û diyar kir ku barana vê dawiyê bandoreke neyênî li peqleyan kir û got:
“Bandoreke mezin a baranê li genim, ceh û gijnîş nebû, lê hin zeviyên ceh bi sivikî bandor bûn.
Barana di hefteya borî de bariya pê re zîpik nebarîn û wê jî bandora neyênî ya li ser çandiniyê kêm kir.
Gelek caran bandora barana biharê ji bo genim erênî ye, ji ber ku genim di qonaxa kamilbûnê de ye û di zêdekirina berhemê de dibe alîkar.
Divê cotkar ji bo darên berhemdar û sebzeyan derman bi kar bînin, da ku çandiniya xwe ji nexweşiyên bi sedema barana zêde biparêzin.”