Martina Anderson: Divê kes mîna Ocalan neyê tecrîdkirin

Endama Sinn Feinê û Endama berê ya Parlamenta Ewropayê Martina Anderson li ser tecrîdkirina Rêberê Apo axivî.
Martina Anderson diyar kir ku divê li dijî tecrîde pêngavê dewam bikin û got:
“Divê kes mîna Abdullah Ocalan neyê tecrîdkirin.
Îzolekirina Ocalan ji nifûsa Kurdan jî wêdetir bandorê li jiyana gelek mirovan dike.”

Endama Sinn Feinê û endama berê ya Parlamenta Ewropayê Martina Anderson di salên 1970’î de aktîvîsta ÎRA’yê bû.

Martina Anderson ku sala 1986’an li Brîtanyayê hate girtin piştî giritna ji 13 salan bi Peymana Îna Bixêr hate berdan û li nava Sinn Feinê dest bi siyaseta legal kir.

Martina Anderson têkildarî fikrên Rêber Apo, tecrîd û rola wî ya di pêvajoya aştiyê de ji ANF’ê re axivî.

Martina Anderson: Ji fikrrên Abdullah Ocalan ditirsin ji ber wê tecrîd dikin

Martina di diyar kir ku divê ti kes wekî Rêber Apo neyê tecrîd kirin û got:

“Divê mîna Abdullah Ocalan kes neyê tecrîdkirin.

Û bi dîtina min, ji ber ku alternatîfekê pêşkêşî sîstema kapîtalîst dike, yên ku ew girtine ji wî gelekî ditirsin; ji ber ku fikrên wî naxwazin.

Ji wan heye ku bi girtina wî wê karibin li pêşiya belavbûna fikrên wî yên li nava civakê bibin asteng.

Li gorî min hîn bêhtir mirov meraq dikin bê ew çawa tevdigere, dixwazin hîn bibin bê ev mirov kî ye.”

Martina Anderson: Îzolekirina Ocalan ji nifûsa Kurdan jî wêdetir bandor dike

Endama Sinn Feinê û endama berê ya Parlamenta Ewropayê Martina Anderson li ser pêngava azadiyê jî nirxandin kir û wiha bi dawî kir:

“Bi heman biryardariyê dewam bikin û ji wî kesî sûdê werbigirin ku bi tena serê xwe hatiye îzolekirin û ji nifûsa Kurdan jî wêdetir bandorê li jiyana gelek mirovan dike.

Yanî lîderê ku li pêşberî we ye lîderekî bêhempa ye.Ew 75 salî ye.

Ev yek di jiyana her kesî de demeke zehmet e.

Çi dibe bila bibe biryardayina li ser paşeroja xwe wê di destê gelê Kurd de be, ne di destê kesî de be.

Ji ber vê yekê dewam bikin, dest jê bernedin.”

Back to top button