“Çareseriya herî baş a li dijî dagirkeriyê yekbûna gelê Kurd e”

Êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk a bi hevkariya PDK’ê li nava xaka Başûrê Kurdistanê de berfireh dibe.
Hunermend û nivîskarên Silêmaniyê û Dayîkên Wargeha Penaberan a Mexmûrê derbarê mijarê de axivîn û gotin:”Ji ber nakokiyên navxweyî yên Kurdan dijminên gelê Kurd bi dehan kîlometre hatine nava xaka Başûrê Kurdistanê de.
Çareseriya herî baş a li dijî dagirkeriyê yekbûna gelê Kurd e.”

Dewleta Tirk a dagirker êrişên xwe yên ji bo dagirkirina xaka Başûrê Kurdistanê bi hevkariya PDK’ê berdewam dike.

Di nava du hefteyên dawiyê de PDK’ê hêzên xwe xistiye nava tevgerê û vediguhêze qadên dibin kontrola gerîla de.

PDK bi vê yekê dixwaze şerek nû derxe, rewşa Başûr aloz bike û hilbijartinê paş bixe.

Di derbarê mijarê de hunermend Bextiyar Helebceyî û nivîskar Mihemed Hacî Reşîd axivîn.

Hunermend Bextiyar Helebceyî diyar kir ku pêwîste ferdên civaka Kurd şiyar bin dema berhemekî malê Tirk dikire qezenca wê dibe fîşek û li dijî keç û xortên me Kurdan tê bikaranîn.

Nivîskar Mihemed Hacî Reşîd jî anî ziman ku di dîrokê de her tim Kurdistan di jêr zilm û zora dewletên dagirkerên Kurdistanê de maye û got:

“Her çar welatên derdor her yek ji wan hewl dide beşek ji xaka Kurdistanê di jêr dagirkeriya xwe de bihêle.

Ji ber nakokiyên navxweyî yên Kurdan dijminên gelê Kurd bi dehan kîlometre hatine nava xaka Başûrê Kurdistanê de.

Çareseriya herî baş ewe ku gelê Kurd li dijî dagirkeran yekbûna xwe avakin.”

“Heta ku xiyanet di nava we de hebe Kurdistan azad nabe”

Her wiha jinên Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem cûdî ya Mexmûr jî derbarê heman mijarê de axivîn.

Evîn Nêrwerhî anî ziman ku divê dayîkên Başûrê Kurdistanê pêşî li dagirkeriyê bigirin û got:

“Dagirkirina Başûrê Kurdistanê dagirkirina tevahî Kurdistanê ye.

Ew ala dewleta Tirk ya li Hewlêrê hatî daliqandin, li Stanbolê nehatiye daliqadin.

Heta ku xiyanet di nava we de hebe Kurdistan azad nabe.

“Armanca Erdogan dagirkirina Şengal, Kerkûk û Hewlêr e”

Bihar Bilehî jî diyar kir ku pêwîste xelkê Başûr li dijî vê dagirkeriyê rabin û wiha domand:

“Ger em îro destê hev negirin wê dewletên cuda jî êrişî me bikin.

Iraq daxwazên Erdogan ne pejirand, lê Malbata Barzanî pejirand.

Armanca Erdogan dagirkirina Şengal, Kerkûk û Hewlêr e.

Têkoşîna Rêbertî ya li Îmraliyê ji bo gelê Kurd e, pêwîste gelê Kurd jî xiyanetê li xwe neke.”

Back to top button