Yekitiya Parêzeran a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi diruşma ˊBi maf û dad, civaka demokratîk ava bikinˊ Kongreya damezrîner a parêzerên Tebqa li dar xist.
Piştî nîqaşên berfireh 3 endam ji bo rêvebirina yekitiyê hatin hilbijartin.
Bi diruşma ˊBi maf û dad civaka demokratîk ava bikinˊ Yekitiya Parêzeran a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kongreya damezrîner a parêzerên Tebqa li dar xist.
Kongre li hola Meclisa Gelan a Demokratîk a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Kantona Tebqa hate lidarxistin.
Di kongreyê de endamên Meclisa Edaletê ya kantona Reqa, Tebqa, Yekitiya Parêzeran a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, nûnerên Rêveberiya Xweser, Rêxistinên Civaka Demokratîk, Meclisa Gelan, Kombûna Jinan a Zenûbiya û rûspiyên kantona Tebqayê amade bûn.
Axaftina destpêkê ji aliyê hevseroka Yekitiya Parêzeran a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Beşîra Cemaledîn ve hate kirin.
Beşîra Cemaledîn diyar kir ku kongre gaveke erênî ber bi edaleta civakî ve ye û got:
“Li gorî bendên Hevpeymana Civakî ye. Em bi hêvî ne ev kongre bibe menareya qanûnî û xizmeta tevahî civakê bike.”
Hevseroka Konfederaliya Rêxistinên Civaka Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Nesrîn Hesen jî axivî û got:
“Em vê kongreyê ku hemwextî guhartinên mezin di nava rêxistinên edaleta civakî de çêdibin, pîroz dikin.
Ew guhartin qonaxa avakirina sazûmaniya nû li gorî Hevpeymana Civakî ne.
3 endam ji bo rêvebirina yekitiyê hatin hilbijartin
Piştî nîqaşên berfireh 3 endam ji bo rêvebirina yekitiyê hatin hilbijartin.
Endaman, piştî dengdayînê li pêş beşdaran sond xwarin.
Piştî yekitî hat avakirin, li ser navê Yekitiya Parêzeran a Kantona Tebqa hevserokê yekitiyê Ehmed Şaban axivî û got:
“Ji erk û wefedariyê ye ku em hemû hevalên xwe yên parêzer ên berpirs û bar hilgirtine da ku vê pîşeyê di Rêveberiya Xweser de bi pêş bixin, silav dikin.”
Kongre bi daxuyaniyekê hat bidawîkirin.
Hevserokê Yekitiya Parêzeran a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Enwer El Esir daxuyanî xwend.
Di daxuyaniyê de wiha hat gotin:
“Di nava şahiyên gelê me li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li dar dixin de, çirayeke nû ji çirayan pêdikeve da ku rêveberî xurttir be û bibe ronahiya şaristanî û qanûnan.
Em soz didin gelê xwe ku parêzer bibe siwarvanên şîret û edaleta civakî biparêzin.”