Li beyarê Hemayê di encama teqîna mayînekî de 2 leşkerên hikumeta Şamê hatin kuştin
Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) ragihand ku hemwextî derbasbûna erebeyeke leşkerî ya hêzên Şamê li ser rêya Eseriya-Xenasir a beyarê Hemayê mayîneke çeteyên DAIŞˊê teqiya bi erebeyê de teqiya.
Di encamê de leşkerek birîndar bûn û yek jî hat kuştin.
Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê diyar kir ku leşkerê vê sibehê di encama teqîna mayînê de birîndar bûye, mir.
Li gorî Navendê ji destpêka îsal ve di encama êrişan de 365 kes hatine kuştin.