Di encama êrişa çeteyên DAIŞˊê li gundewarê rojavayê Dêrazorê yê di bin kontrola hikumeta Şamê de 4 endamên ˊDîfa El Wetenîˊ hatin kuştin.
Li gorî Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR), hemwextî derbasbûna erebeya endamên ˊDîfa El Wetenîˊ di beyara El Mesrib a li rojavayê Dêrazorê de ya di bin kontrola hikumeta Şamê de, çeteyên DAIŞˊê êriş kir.
Di encamê de 4 endamên ˊDîfa El Wetenîˊ hatin kuştin.
Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê da zanîn ku di navbera çend saetan de ev êrişa çeteyan a duyemîn e ku pêk tê.