HPG: Êrişa dagirkeriyê bi piştgiriya PDK’ê derbasî qonaxeke nû bû

Dewleta Tirk a dagirker ku di şerê li dijî gerîlayên azadiya Kurdistanê de têkçûye hewil dide bi alîkariya PDK’ê xwe li hin qadan bicîh bike.
HPG’ê ragihand êrişa dagirkeriyê ya li herêma Metînayê destpê kirî, bi piştgiriya PDK’ê berfireh bû û derbasî qonaxeke nû bûye.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê têkildarî çalakiyên gerîla û êrişên artêşa Tirk a dagirker daxuyaniyek da.

HPG’ê ragihand ku êrişa dagirkeriyê ya li herêma Metînayê destpê kir derbasî qonaxeke nû bû û wiha got:

“Di 26’ê Nîsanê Qada Berxwedanê ya Golka bi helîkopterên êrişê hate bombekirin û dagirkeran xwe li Girê Şehîd Ezda bicîhkirin.

Di heman demê de ji gundê Qedîşê yê di bin kontrola PDK’ê de kepçe ber bi Qada Berxwedanê ya Golka ve hate anîn. Artêşa Tirk a dagirker bi piştgiriya PDK’ê dixwaze kepçeyan bîne, rê çêbike, hem xwe li qadê bicîh bike, hem jî biçe ser tunelên şer.

Bi vî rengî êrişa dagirkeriyê ya 16’ê Nîsanê li herêma Metînayê destpê kirî bi piştgiriya PDK’ê berfireh bû û derbasî qonaxeke nû bû.”

Li gorî daxuyaniya HPG’ li herêma Heftanînê jî di 26’ê Nîsanê de hêzên Iraqê li hin deveran bi cih bûn.

Di heman demê de artêşa Tirk a dagirker jî li qadên Şehîd Kendal û Keşanê kete nava liv û tevgerê.

Gerîlayan li herêma Zapê dagirkeriya Tirkiyê asteng kirin

HPG’ê diyarkir ku li dijî tevgera dagirkeriyê gerîlayan li herêma Rojavayê Zapê ya Şehîd Delîl di 27 û 28’ê Nîsanê de bi çekên giran û çekên nîv otomatîk li dagirkeran xistin.

Qadên gerîla bêtirî 12 caran hate bombebarankirin

Di heman rojan de dagirkeran jî herêma Metîna, Xakûrkê û Zapê bêtirî 12 caran bi balafirên şer û helîkopterên êrişê bombebarankirin.

Back to top button