Almanya, Fransa û Brîtanya ji bo sarkirina tengijînnan dibin yek

Kuştina Suleymanî, helwestên nû dertîne holê û hersê welatên mezin ên Ewropayê li ser sarkirina rewşa Rojhilata Navîn dixebitin.

Ji bo parastina berjwendiyên xwe li herêmê jî, gelek welat ketine tevgerê.

Almanya, Fransa û Brîtanya ji bo sarkirina tengijînên ku vê dawiyê li herêma Rojhilata Navîn rû dane, bûn xwedî yekhelwest.

Berdevkê serokatiya Almanyayê duh ragihand ku piştî kuştina Qasim Silêmanî Alamanya, Fransa û Brîtanya banga “serbirkişanê” li Tehranê kir.

Berdevkê Alman anî ziman ku aniha sarkirina rewşa heyî pir pêwîst e û hersê welatan ragihandiye ew ê heya karibin tengijînên herêmê vemirînin.

Piştî kuştina Suleymanî gavên parêzî jî dê werin kirin.

Emerîka – Îran
Lihevkirina nuklerî îro tê gotûbêjkirin

Wezîrê derve yê Almanyayê Heiko Maas jî diyar kir ew ê îro bi Fransa û Brîtanyayê re nîqaşa lihevkirina nuklerî bikin û encama vê yekê jî dê hefteya bê were eşkerekirin.

Mass bal kişand ser gefên serokê Emerîkayê Trump jî û got, “cezakirina Iraqê bê sûd e”.

Emerîka – Îran
Brîtanya û Japonya ji bo berjewendiyên xwe dikevin tevgerê

Ji aliyê xwe ve, serokwezîrê Brîtanî Boris Johnson diyar kir, wê welatê wî berjewendiyên xwe yên li herêmê biparêzin û got, wê vê mijarê di civîna parlamena Brîtanî ya sibe de giftûgo bikin.

Li gel hinek welatên Ewropayê, li Asyayê jî, Japonya dê hêzeke parastinê bişîne Rojhilata Navîn da keştiyên xwe biparêze.

Leave a Reply

Back to top button