Macron stratejiya welatê xwe ya nû bû Afrîka eşkere kir

Li nava Afrîka, bi lewazbûna hêzên Fransa re Rûsya cihê xwe digre.
Piştî vekişîna ji Burkîna Faso, êdî pirsên ku Fransa ji Afrîka vedikişe derketin.
Serokomarê Fransa Macron stratejiya nû ya welatê xwe bo Afrîka eşkere kir.
Macron got:
Wê bingehên leşkerî yên Fransa li Afrîkayê kêm bike.

Fransa ya piştî şerê Cîhanê yê Duyemîn li parzemîna Afrîka serwer bû, hêdî hêdî hêza xwe ya li herêmê kêm dike.

Vekişîna leşkerên Fransa ji herêmê weke stratejiyeke nû ya Parîsê derket pêş.

Ev yek jî beriya serdanên Serokomarê Fransa Emmanuel Macron ya bo Afrîkayê pêk hat.

Macron yê ku wê di navbera 1-5’ê Adarê de serdana 4 welatên Afrîka bike daxuyaniyek da.

MACRON: Em ê bingehên leşkerên Fransa li Afrîka kêm bikin

Di daxuyaniya li Koşka Elysee de wiha got:

“Fransa wê despêkê li Afrîkayê di serwerên xwe yên leşkerî de guherînekê pêk bîne.

Li parzemînê hêza xwe ya kar bi taybetî kêm bike.”

Dijerên Fransa, hertim hebûna wê ya li afrîka bi hincetan ve girê dide.

Macron diyar kir ku ew dixwazin ev guherîn rûyê welatê wî li Afrîkayê biguherîne û “ji mîrateyê berê dûr bixe.”

Emmanuel Macron her wiha daxuyakirin ku wê di hefteyên pêş de qanûnek çarçowe ya vegerandina samanên çandî yên Afrîkayê ji bo parzemînê ji hêla wezîrê çandê ve pêşkêşî meclîsê were kirin.

“Em hêvî dikin ku ev nêzîkatiyek ji hêla derdorên berfireh, Ewropa ve were pejirandin.”

Fransa di Hezîrana 2022’an de, piştî aloziya têkiliyên rêveberiya Bamako bi Parîsê re, neçar ma ji Operasyona Barkhane vekişe.

Fransa Hêzên Oparasyonê yên Tebaxa 2014’an li Maliyê bi cih bûn, bidawî kir û hemû leşkerên xwe ji vî welatî vekişand.

Parîs neçar ma hemû leşkerên xwe yên ji sala 2009’an ve li Burkîna Faso bi cih kiribûn vekişîne.

Leşkerên Fransa bi tevahî ji Burkîna Faso vekişiyan

Piştî hikumeta Burkîna Faso 23’ê Çileyê ragiahnd ku wan hevkariya li gel Fransa qut kiriye, artêşa wê jî neçar ma 19’ê Sibatê ji welat vekişe.

Her çiqasî rêveberiya Burkîna Faso ragihand ku têkliyên wan yên bi Parîsê re wê dewam bikin jî lê bicihkirina koma Wagner ya Rûsî li herêmê nîşan dide ku ev têklî wê ne hêsan be.

Back to top button