Desteya Aborî û Çandiniyê alîkariya cotkarên ku zirar dîtine dike

Desteya Aborî û Çandiniyê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê projeya dayîna alîkariyê ji cotkarên ku erdên wan şewitîne û ziyan dîtine, bi dawî kir.
Desteyê bang li cotkaran kir ku di destpêka mewsima niha de baldar bin û girtekên pêwîst bigirin.

Desteya Aborî û Çandiniyê ya Rêveberiya Xweser proseya dayîna alîkariyê ji cotkarên erdên wan şewitîne û ziyan dîtine, bi dawî kir.

Li gorî desteyê, miqdara alîkariya hatî belavkirin gihaşt zêdetirî 5 hezar û 100 ton.

Desteyê tenê hilberînên genim û ceh ên ku zirar dîtine dabîn kirin.

Zêdetirî 4 hezar û 849 ton û ceh 2 hezar û 762 ton hatin belavkirin.

Desteyê ji bo her donimekê 20 heya 22 kg ji genim û 18 kg ji ceh belav kirin.

Hejmara cotkarên ku li ser asta herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji ber şewatan zirar dîtine zêdetirî 6 hezar cotkar e.

Hevserokê Desteya Aborî û Çandiniyê Selman Barûdo bang li cotkaran kir ku ji bo derbaskirina pirsgirêka şewatan di mewsima bê de girtekên pêwîst bigirin.

Plana çandiniyê pêk bînin, rûberên bê çandinî di navbera zeviyan de û li ser her du aliyên rêyan bihêlin.

Leave a Reply

Back to top button