Serokwekîla Koma DEM Partiyê Gulistan Kiliç Koçyîgît diyarkir ku desthilat hewil dide rejîma heyî hîn bêtir yekperest bike.
Têkildarî nîqaşên li ser destûra bingehîn a nû ya Tirkiyê jî Koçyîgît got: “Em destûra bingehîn a demokratîk diparêzin.
Ger dixwazin di Tirkiyê de guhertinek baş çêbibe divê ev rêbaz esas were girtin ne.”
Serokwekîla Koma Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Gulistan Kiliç Koçyîgît têkildarî mijarên di rojevê de li Meclisa Tirkiyê daxuyanî da.
Gulistan Kiliç Koçyîgît: Dixwazin rejîma yekperest a heyî hêj bêhtir yekperest bikin
Gulistan Kiliç Koçyîgît bal kişand ser pêşnûmeya ‘Modêla Maarîf a Sedsala Tirkiyê’ ku Wezareta Perwerdeya Neteweyî di hemû astên hîndekariyê de ferz kiriye û got:
“Dixwazin rejîma yekperest a heyî hêj bêhtir yekperest bikin.”
Gulistan Kiliç Koçyîgît: Dixwazin nifşekî oldar û kîndar ava bikin
Koçyîgît, anî ziman ku AKP pergala perwerdeyê li ser du lingan dimeşîne û ev tişt anî ziman:
“Ya yekemîn; gihandina nifşekî oldar û kîndar e. Hewl didin kesayetên li gorî bîrdoziya xwe ava bikin. Xwendekar êdî ne xwendekar, karkerên zarok in. Divê pirsgirêkên di qada perwerdeyê de bên çareserkirin. Nexwe dê pergala yekperest û cihêkar a heyî hêj bêhtir kûr bibe.”
Gulistan Kiliç Koçyîgît: Divê zimanê dayîkê esas be
Koçyîgît balkişand ser zimanê perwerdeyê û diyar kir ku perwerdeya bi zimanê dayikê divê esas were girtin.
Gulistan Kiliç Koçyîgît: Em destûra bingehîn a demokratîk diparêzin
Têkildarî nîqaşên li ser destûra bingehîn a nû ya Tirkiyê jî Koçyîgît got:
“Em destûra bingehîn a demokratîk diparêzin. Boyaxkirina destûra bingehîn a darbeyê wê pirsgirêkên heyî çareser neke.
Welatekê ku pirsgirêka kurd çareser nekirî nikare destûreke bingehîn a demokratîk û azadîxwaz çêbike. Divê destûra bingehîn ji ruhê darbeyê were veşûştin. Em li gel nîqaşên nû yên destûra bingehîn in lê em ê nebin parçeyeke ku ji hewldana ji bo xelaskirina desthildatê.”