Li Hesekê PYD û Kongra Star bi partîyên sîyasî re civiyan

Li kêleka pêşhilbijartinên PYD û Kongra Star li herêmê xebatên partiyan jî zêde bûne.
Di vê çarçoveyê de, PYD û Kongra Star li Hesekê bi partiyên siyasî re civiyan.
Di hevdîtinên bi partiyên siyasî re, bal hat kişandina li ser girîngiya hilbijartinê.
Partiyan bang li welatiyan kirin ku dengê xwe ji bo diyarkirina namzetê xwe bikar bînin.

Ji bo hilbijartina Şaredariyên Herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê tenê 31 roj man e.

Hem xwetî vê, partiyên Siyasî yên herêmê derbarê hibijartinên Şaredariyan de bi PYD û Kogra Star re hevdîtin kirin.

Di hevdîtinê de rewşa giştî ya herêmê hat niqaşkirin û bal hate kişandin ser girîngiya Hilbijartinan ji bo pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûrîyeyê.

Di vê demê de, Partiya Yekîtiya Demokratîk PYD û Kongra Star ji bo eşkerekirina namzetên xwe pêşhilbijartinan pêk tînin.

Û li herêmê rizgarkirî jî Paritiya Sûriya Pêşeroj û Kombûna Jinên Zenûbiya nazemtên xwe diyar dikin.

Back to top button