Reşnivîsa Qanûna Dabeşkirina Rêveberiyên Herêma Bakûr û Rojhilatê Suriyeyê hat nîqaşkirin.
Qanûn wê sibe pêşkêşî erêkirina Meclisa Gelan a Demokratîk bê kirin.
Meclisa Gelan a Demokratîk a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk bi armanca gotubêjkirina reşnivîsa Qanûna Dabeşkirina Rêveberiyên Herêma Bakûr û Rojhilatê Suriyeyê, civînek li dar xist.
Civîn li avahiya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a li Reqayê, bi beşdariya Desteya Seroketiyê ya Meclisa Gelan, Komîteya Qanûnî ya Meclisa Gelan û Hevseroka Komîseriya Bilind a Hilbijartinan Rûken Mela Îbrahîm pêk hat.
Di civînê de reşnivîsa qanûna dabeşkirina rêveberiyan ku ji 5 xalan pêk tê, hat xwendin û nîqaş li ser hat meşandin.
Qanûn sînorên kanton, bajar û bajarokan diyar dike.
Li gorî agahiyên ji beşdarên civînê hatine girtin, reşnivîs wê sibe ji bo erêkirinê pêşkêşî Meclisa Gelan a Demokratîk bê kirin.