Artêşa Amerîkayê li Behra Sor 5 balafirên bê mirov xistin xwarê

Fermandariya Navendî ya Amerîkayê (CENTCOM) ragihand ku hêzên wan duh li ser Behra Sor 5 êrişên balafirên bê mirov xistin xwarê.

CENTCOMê diyar kir ku ev êrîş ji bo Amerîkayê, keştiyên koalîsyonê û keştiyên bazirganiyê yên li herêmê metirsî ye.

Hûsiyên Yemenê jî çend roj berê ragihandin ku wan keştiyeke petrolê ya Brîtanî li Behra Sor bi zincîre mûşekên deryayî kirine armanc.

Berdevkê Leşkerî yê Hûsiyan Yahya Serî di daxuyaniyekê de ragihand ku hêzên wan li esmanê parêzgeha Saada li bakurê Yemenê balafireke bêmirov ya Amerîkî bi mûşekê xistin xwarê.

Çend keştî li Behra Sor rastî êrîşa Hûsiyan hatin, ku ew dibêjin bersiva şerê Îsraîlê yê li ser Xezayê ne.

Dewletên Yekbûyî û Keyaniya Yekbûyî êrîşên asmanî yên rasterast li ser deverên Hûsiyan pêk tînin, di hewlekê de ji bo têkbirina şiyana Hûsiyan ku azadiya seyrûseferê dixe xeterê û bazirganiya cîhanî tehdîd bike.

Hevdîtinên veşartî yên Amerîka û Îranê ji bo Behra Sor

Back to top button