Jinên koçber ên Serêkaniyê: Tevî koçberiyê jî me têkoşîn û meşa xwe domand

Jinên koçber ên Serêkaniyê ya dagirkirî ku li navçeya Til Temira Kantona Cizîrê ya Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dijîn, Roja Karkerên Cîhanê li tevahî jinan pîroz kirin û daxwaza vegera warê xwe anîn ziman.

1’ê Gulanê Roja Karkeran a Cîhanê ye.

Jinên koçber ên Serêkaniyê ya dagirkirî Roja Karkerên Cîhanê pîroz kirin û daxwaza vegera warê xwe vegotin.

Sena Hemûd a ji Serêkaniyê cejna karkerên cîhanê li tevahî jinên kedkar û koçber pîroz kir û got:

“Ruxmî koçberiyê jî em ranewestiyan. Me her dem meş û têkoşîna xwe domand.

Jin dikaribûn li hemberî pêvajoyên herî zehmet jî têbikoşin û bi ser bikevin.

“Bi sara Rêber Apo keda jinan hat dîtin”

Bêguman ev jî bi saya Rêber Abdullah Ocalan pêk hat..”

Sena Hemûd bi boneya 1’ê Gulanê daxwaza xwe weke jineke koçber wiha anî ziman:

“Em 1’ê Gulanê li jinên kedkarên di nav zevî, kargehan de ne û li jinên ku ji bo avakirina civakeke azad û zana di qadên şer de ne pîroz dikin.

Yek ji mafê me ye ku em wê daxwaz bikin ew jî bidawîkirina dagirkeriya Tirk ji herêmên me Serêkaniyê, Efrîn û Girê Spî .”

Nadiya Misto ya ji gundê Erîşa yê Serêkaniyê derbarê heman mijarê de wiha anî ziman:

“Jin karkerên mezin ên vî welatî ne, şer, nakokî û krîzên ku rûdidin bandorê li derûniya wan dikin, bi taybetî di koçberkirina ji ser axê de.

Em daxwaz dikin ku dagirkeriya Tirk ji axa me derxin, da ku hawirdoreke bi ewle bo jinan were avakirin.

Ez bang li hemû jinan dikim ku di xwestin û girtina mafên xwe de bi îsrar bin, da ku em bikaribin di hawirdoreke bi aram de li bajarên xwe careke din dest pê bikin û dûrî dagirkeriyê bijîn.”

Back to top button