Di dema dawî de hin aliyên derve hewl dan di navbera pêkhateyên Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê de fitneyê derxin.
Serokê Meclisa Êla Ereb a Tey destnîşan kir ku yekitiya neteweyî dikare li hember tevahî xeteriyên derve bisekine.
Serokê Êla Tey got modela Rêveberiya Xweseriya Demokratîk çareya herî guncaw ji bo krîza Sûriyê ye.
Di dema dawî de hin aliyên derve hewl dan di navbera pêkhateyên Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê de fitneyê derxin.
Hemwextî wê artêşa Tirk a dagirker binesaziya herêmê û gundên li eniyên şer armanc kir.
Serokê Meclisa Êla Tey li Sûriyê Şêx Hesen Ferhan Ebdurehman derbarê mijarê de axivî.
Şêx Hesen Ebdurehman diyar kir ku gelek tecrûbeyên dîrokî yên pêkhateyên herêmê hene ku bi yekitiya xwe metirsiyên derve têk birin û got:
“Ji destpêka krîza Sûriyê ve herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji aliyê gelek aliyên derve û çeteyan ve hate armanckirin.
Armanca wan lewazkirina civaka hevgirtî ye.
Modela Rêveberiya Xweseriya Demokratîk çareya herî guncaw e ji bo krîza Sûriyê.”
“Bi saya fikrê Rêber Ocalan hemû planên li dijî herêmê hatin têkbirin”
Ebdurehma anî ziman ku Îro di nav Hêzên QSD de Kurd, Ereb û Suryan bi yekrêziyekê li hember metisiyên derve disekinin û wiha domand:
“Her wiha di saziyên Rêveberiya Xweser de jî biratiya hevbeş heye.
Ev ne tenê ji bo Sûriye, her wiha ji bo Rojhilata Navîn bi giştî nimûne ye.
Ji aliyên derve û alîgirên wan ên li Dêrazorê ve hewldan hebûn ku di nava pêkhateyan de fitneyê derxin.
Hemwextî wê artêşa Tirk a dagirker êriş pêk anîn.
Lê bi saya fikrê Rêber Abdullah Ocalan plan hatin têkbirin.”
Serokê Meclisa Êla Tey li Sûriyê Şêx Hesen Ebdurehman der barê efûya Rêveberiya Xweser a di cejna Remezanê de bi gaveke erênî wesif kir û got
“Hemû ji vê xakê ne û erkê me ye ku em rêya rastîn li ber wan nîşan bidin da ku di civakê de çalak bin.”
“Yekitiya Neteweyî dikare li hember tevahî xeteriyan bisekine”
Ebdurehman di dawiyê de bang li pêkhateyên herêmê kir ku pabnedî biryarên Rêveberiya Xweser bin û got:
“Ew biryar ji bo rêxistinkirina civakê û pêşxistina wê ne.
Yekîtiya neteweyî dikare li hember tevahî xeteriyan bisekine.”



