Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji bo sivikkirina tundrawiya malbatên çeteyên DAIŞ’ê û rê li ber belavbûna fikrê wan di nav kampan de bigire, di nava hewldanan de ye.
Niha jî Komeleyên girêdayî Rêveberiya Xweser bernameyên jinûve başkirin û perwerdekirina kesên di kampê de dikin.
Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi rêya saziyên xwe hewldanên mezin li kampa Holê ya ku tê de malbatên çetetên DAIŞ’ê hene û li kampa Roj pêk tîne.
Rêveberiya Kampan a Rêveberiya Xweser ji bo jinûve başkirina wan malbatan li nava civakê, bidawîkirina tundrawiya wan û dûrxistina zarokan ji wî fikrî, dixebite.
Hevserokê rêveberiya kampa Holê Xorşîd Qiro derbarê mijarê de axivî.
Xorşîd Qiro destnîşan kir ku Komeleyên girêdayî Rêveberiya Xweser bernameyên jinûve başkirina kesên li kampê dikin û got:
“Divê lihevkirineke navneteweyî û herêmî li ser jinûve başkirina kampê hebe.
Tevî gefên rojane dîsa jî em hewl didin zarokan û jinan rêxistin bikin û fikrê tundraw ji serê wan rakin.
Jinên DAIŞ’ê hewl didin wê tundrawiyê di zarokan de bi rêya dersên şerîetê biçînin.
Ji saziyên ku jinûve li ser rêxistinkirina malbatên kampa Holê dixebitin Meclisa Jinan a Sûriyê ye.
Meclis bi rêya semîner, derûnînasî û perwerdeyên pîşeyî hewl dide hemû jin û zarokên kampê derveyî beşa malbatên biyanî ji nû ve rehabilite bike.”
Rêvebera Komîteya Kampan a Meclisa Jinan a Sûriyê û rêvebera programên hişyarkirin û başkirina jin û zarokên kampa Holê Cîhan Hemze axivî û got:
“Gelek gefên kuştinê li me tên xwarin.
Li kêlek wê jî kona ku em tê de dixebitin dişewitînin.
Her wiha jinên perwerde û bernameyên hişyarkirinê bi rê ve dibin rastî gefxwarinan tên. “



