Li kampa Holê hevjîna serçeteyekî û zarokên wê hatin revandin

Kampa Holê kampa herî xeternak li cîhanê ye.|
Hevserokê Rêveberiya Kampa Holê diyar kir ku hevjîna serçeteyekî DAIŞ`ê ya ji Îtalyayê û 2 zarokên wê ji kampê hatine revandin û got:
“Ji beşa Muhacîrat jinek û 2 zarokên wê bi alîkariya karmendên Nexweşxaneya Xaça Sor a Navneteweyî hatine revandin.
Li gorî agahiyan, jin îtalî ye hevjîna serçeteyekî DAIŞ`ê ye.”

Kampa Holê kampa herî xeternak li cîhanê ye.

Di kampa Holê de hezar û 953 penaberên iraqî, 16 hezar û 779 koçberên sûriyeyî, 6 hezar û 461 penaberên biyanî û 11 kesên ku nasnameya wan nediyar in, bi giştî 42 hezar û 781 kes hene.

Hêzên Ewlekariya Hundirîn 23`yê Nîsanê, operasyoneke ewlehiyê li kampa Holê li dar xistibû.

Di encamê de 25 çeteyên şaneyên DAIŞ`ê girtin û gelek çek desteser kirin.

Hevserokê Rêveberiya Kampa Holê Xorşîd Qero têkildarî rewşa li kampê axivî.

Xorşîd Qero diyar kir ku piştî bidawîkirina pêvajoya sêyemîn a Operasyona Mirovî û Ewlehiyê, tu bûyereke kuştinê li kampê rû neda û got:

“Lê di beşa “Muhacîrat” de hema bêje her şev jinên navê Husbe li xwe dikin derdikevin kolanan da ku jin û zarokan bitirsînin.”

Xorşîd Qero: Hevjînên çeteyên DAIŞ’ê û zarokên wan rojane hewl didin birevin

Qero behsa bûyerekê kir ku hefteya borî di beşa Muhacîrat de rû daye kir û ev agahî da:

“Di çend rojên dawîn de, hewldanek hebû ku zarokeke keçîn bikujin, lê zarok reviya û xwe gihand Hêzên Ewlekariya Hundirîn.”

Her wiha Qero diyar kir ku tundrawiya di beşa ‘Muhacîrat’ de hîna berdewam e û wiha domand:

“Rojane jin û zarok êrişî navendên rêxistinên di kampê de dikin û tiştên tê de didizin.

Hevjînên çeteyên DAIŞ`ê û zarokên wan rojane hewl didin birevin.”

Xorşîd Qero: Jinek û 2 zarok ji kampa Holê hatin revandin

Xorşîd Qero aşkera kir ku jineke DAIŞ`î ya îtalî û 2 zarokên wê ji kampê reviyane û ev agahî da:

“Ji beşa Muhacîrat jinek û 2 zarokên wê bi alîkariya karmendên Nexweşxaneya Xaça Sor a Navneteweyî hatine revandin.

Li gorî agahiyan, jin îtalî ye hevjîna serçeteyekî DAIŞ`ê ye.”

Xorşîd Qero destnîşan kir ku operasyona Mirovî û Ewlehiyê di tunekirina xetereyê û tundrawiya li beşên din ên kampê de roleke mezin list û diyar kir ku di encama operasyonê de gelek çek hatin desteserkirin û gelek şaneyên DAIŞ’ê hatin girtin.

Back to top button