PJAK’ê 7’emîn kongreya xwe li çiyayên Kurdistanê pêk anî

PJAK bi awayeke serketî Kongreya xwe ya 7’emîn bi dirûşmeya “Em bi felsefeya Jin, Jiyan, Azadîyê Kurdistanê azad bikin û netewa demokratîk ava bikin” pêk anî.
Di Kongreya ya 7’emîn de hevserokên partiyê yên nû Emîr Kerîmî û Peyman Viyan hatin hilbijartin.

Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê-PJAK 7’emîn Kongreya xwe bi dirûşmeya “Em bi felsefeya Jin, Jiyan, Azadîyê Kurdistanê azad bikin û netewa demokratîk ava bikin” bi amadebûna nûnerên hemû pêkhateyên xwe li çiyayên Kurdistanê pêk anî.

Di daxuyaniya encama Kongreyê de biryara Azadiya fîzîkî ji bo Rêber Apo û çareseriya meseleya Kurd, weke planeke esasî ya kar di serdemên pêşiya partiyê de hat pejirand.

Her wiha îşaret bi Şoreşa Jin, Jiyan, Azadî jî hat kirin.

PJAK’ê diyar kir ku çar sal li ser kongreya şeşem re derbas bûn û got:

“Kongre di şert û mercên dijwar ên ewlekariyê de pêk hat. Ew yek bû gaveke dîrokî di têkoşîna azadîxwazaneye gelê Kurd de.

Di kongre de rewşa gel di hemû beşên Kurdistanê û rewşa Rêber APO û berxwedana dîrokî ku dike hate nirxandin.

Her wiha pêdviya têkoşîna ji bo azadiya Rêber APO û peywendiya wê yekê bi rewşa gelê Kurd re hat vegotin.

PJAK’ê destnîşan kir ku di kongreyê de çendîn pêşniyar ji bo şêwazê têkoşînê hatin pêşkêş kirin û got:

“Zextên ku ser Rêberê me têne kirin, nîşan û nimûneya zextên pir alî ser gelê me di hemû beşên Kurdistanê de ye.

Serketina şoreşa nû dê bibe pêk anîna hemû xwestekên demokratîk yên civakên Îranê.

Ji erkên esasî yê partiya me ew e ku potansiyela ciwanan biparêze û bikare wê bixe rêya têkoşînê de.”

Di kongreyê de rapora karî ya hevserokatiya partiyê jî hat nîqaş kirin û rexne kirin û di dawiyê de bi têbîniyên nûnerên kongreyê di çarçeveya belgeyên kongreyê de hat pesend kirin û pejirandin.

biryarên di qadên cuda yên kar de hatin gotûbêj kirin û erê kirin.

Ew bûne biryarên kongeryê û bernameya kar ya dema pêşiya me.”

PJAK’ê di dawiyê de ev agahî da:

“Nûnerên amade di kongreyê de bi hilbijartineke rasterast hevalê Emîr Kerîmî û hevala Peyman Viyan weke hevserokatiya nû ya partiyê hilbijartin.

Her wiha bi hilbijartineke cuda jî meclisa partiyê hilbijartin û endamên yedek yên meclisê jî destnîşan kirin.”

Back to top button