Nimûneyeke jiyana komînal

Firyal Cembelî û hevjînê xwe Qasim Şiwêş .
Firyal û Qasim ji gundê Dêro Kevnik ê herêma Aliya ya navçeya Çilaxa ne.
Her dû ji bo pêşxistina xebata komînal dest bi sererastkirina rêya gundê xwe û gundên derdorê kir û kêlên goran bê pere çêdikin.

Qasim Şiwêş xwest kortikên li ser rêya gund û yên gundên derdorê sererast bike.

Her wiha rêwiyên di rê re derbas dibûn û şêniyên gund jî alîkariya wî kir û vî karî 3 rojan dewam kir.

Der barê vê yekê de Firyal Cembelî axivî . Firyal da diyar kirin ku ew dixwazin giyanê hevkariyê û parvekirinê

biafirînin û got: “Ji bo ku bi hev re pirsgirêkên xwe çareser bikin û alîkariya hev bikin divê em wilo bifikirin.

Gundên me û xweşikkirina wan, berpirsyariya me ne.

Divê em vî karî ji şaredariyê re nehêlin û bi hev re kar bikin.”

Back to top button