Endama Meclisa Jin a PYD’ê Ahîn Elî têkildarî hilbijartinên şaredariyan ên Bakur û Rojhilatê Sûriyê axivî û got:
“Yekem car e ku jin bi îradeya xwe berşdarî hilbijartinan dibin.
Hilbijartinên şaredariyan dê ji bo jinan bibe destkeftiyek.
Pêşhilbijartin bersiva li dijî êrîşan e.”
Komîsyona Bilind a Hilbijartinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê da diyarkirin ku di 30’ê Gulanê de dê hilbijartinên şaredariyan pêk werin.
Di 17’ê Nîsanê de Kongra Star û PYD’ê Tifaqa xwe ji bo hilbijartinên şaredariyan bi daxuyaniyekê ragihandin.
Di vê çarçoveyê de Kongra Star bajar bi bajar dest bi pêşhilbijartinên namzetên jin ên hevşaredariyê kirin.
Têkildarî hilbijartinên şaredariyan , girîngiya temsîliyeta hevbeş, destkeftiyan endama Meclisa Jin a PYD’ê Ahîn Elî nirxandin kir.
Ahîn Elî anî ziman ku di dîrokê de cara yekemîn e ku jin bi îradeya xwe di hilbijartinan de cih digrin û dengê xwe didin.
Ahîn Elî: Hilbijartinên şaredariyan dê ji bo jinan bibe destkeftiyek
Ahîn anî ziman ku sedsala 21’ê sedsala azadî, pêşengî û Rêveberiya jinan e û got:
“Sîstema Rêvberiya Xweser bi pêşengiya jinan hat pêşxistin û birêxistinkirin.
Hilbijartinên şaredariyan dê ji bo jinan bibe destkeftiyek.”
Ahîn Elî: pêşhilbijartin Bersiva li dijî êrişan e
Endama Meclisa Jin a PYD’ê Ahîn Elî herî dawî diyar kir ku pêşhilbijartin bersiva li dijî êrîşan e.