EFJ’ê Helwesta Polîsên Belçîkayê ya li hember Çapemeniya Azad şermezar kir

Rojnamevanên Ewropayê (EFJ) bi daxuyaniyekê êrîşa Polîsên Federal ên Belçîkayê li ser Studyoyên Televîzyonên Stêrk TV û Medya Haber, şermezar kir.
EFJ bang li rayedaran kir ku rêz li nepenîtiya çavkaniyên rojnamevanan bigirin.

Rojnamevanên Ewropayê (EFJ) di daxuyniya xwe de bi tundî nerazîbûn nîşanî polîsên Belçîkayê da û got:

Lêgerîn bi beşdariya zêdetirî 200 polîsan ji saet 1’ê şevê heta saet 4.30’ê sibehê dom kir.

Li gor daxuyaniya Serdozgeriya Federal, lêgerîn li ser daxwaza dozgeriya dijî terorê ya neteweyî ya Fransayê hatiye kirin.

Di çarçoveya lêpirsîna li ser fînansekirina (PKK) de, rayedarên Fransî guman dikin ku kanalên televîzyonê bi PKK’ê re têkildar in.

Tevgera ku di lîsteya terorê ya YE da ye, li Belçîkayê êdî wek rêxistina terorê nayê qebûlkirin.”

Di daxuyaniyê de hate bibîrxistin ku ev ne cara yekem e ku televîzyonên Kurdî dibin hedefa êrîşên ewqas mezin ên polîsan.

Di salên 1996 û 2010’an de jî du êrîşên bi heman rengî yên polîsan hatibûn kirin.

Back to top button