Parêzer Fermon: Fînasnsekirina Medyayê nayê wateya Fînasnsekirina terorê

Pisporê Hiqûq û Cezayê ya Navneteweyî Jan Fermon derbarê serdegirtina Televzyona Stêrk TV û Medya Haber TV’ê de axivî.
Parêzer Jan Fermon diyar kir ku nêzîkatiya Fransa û Belçîkayê ya li hemberî Stêrk TV û Medya Haber TV’ê mînaka bêhiqûqiyê ye û got:”Divê li dijî vê yekê têkoşîna hiqûqî li Fransayê were meşandin.

Polîsên Federal a Belçîkayê şeva 23’yê Nîsanê bi ser saziyên Çapemeniya Azad Stêrk TV û Medya Haber TV’ê de girt.

Ji qada navneteweyî nerazîbûnên li hemberî vê êrîşê zêde dibin.

Têkildarî vê yekê yek ji parêzerên televîzyonê, Pisporê Hiqûq û Cezayê ya Navneteweyî Jan Fermon ji ANF’ê re axivî û got:

“Berê ji aliyê qanûnên Belçîkayê ve biryar hatiye dayîn ku Sterk Produksiyon û Roj TV ti girêdanbûna wan bi ‘terorê’ re nîne.

Lê wisa xwiya ye li ser daxwaza Fransayê, dest bi lêpirsînkirina vê biryarê hatiye kirin.

Eşkere ye ku fînansekirina medyayê, nayê wateya fînansekirina terorê.”

Parêzer Fermon :Belçîkayê dikarî daxwaza Fransayê red bikira

Parêzer Fermon ragihand ku têkildarî operasyonê û di dema operasyonê de ti belge nehatine hiştin ku ev rewş bi temamî bêûsilî ye û got:

“Em nizanin ku daxwazên Fransayê çawa hatine formulekirin.

Ji xwe ev mijar li Belçîkayê hatiye nirxandin û Belçîkayê divê bi hêsanî ji Fransiyan re wiha gotiba:

‘Biborin, lê li Belçîkayê ne pêkan e ku Sterk Produksiyon û Roj TV ji ber sûcê terorîzmê were darizandin. ”

Erê, rayedarên Belçîkayî dikarîn daxwaza Fransayê red bikira, lê li gorî ku xuya dike wisa nekirine.”

Parêzer Fermon: Têkoşîna hiqûqî divê li Fransayê were meşandin

Parêzer Jan Fermon herî dawî da xwiya kirin ku li gor min wê hin rayedarên Belçîkayê bêjin:

” ‘Em ji vê serdegirtinê berpirsyar nînin, ev daxwazeke Fransayê ye’. ”

Lê wisa dixuyê ku têkoşîna esas divê li Fransayê were meşandin.

Divê ev têkoşîn li Fransayê were meşandin û yên ku di vê têkoşînê de di nava refên pêş de cih bigirin, hempîşeyên me yên Fransî ne.”

Back to top button