Berxwedana gerîliya ya li dijî dagirkeriya Tirkiyê li Almanyayê hate silav kirin.
Kurdistanî û dostên xwe bi çalakiyan banga xwedîderketin li berxwdana gerîla kirin.
Çalakî bi pêşengiya Tevgera Ciwanên Şoreşger li pêşiya Parlementoya bajarê Bremenê ê Almanyayê hate lidarxistin.
Di çalakiyê de berxwedana gerîla ya li dijî dagirkeriyê hate silavkirin.
Her wiha çalakgeran bertek nîşanî Almanyayê dan û gotin:
“Divê Almanya çekan nede dewleta Tirk.”
Çalakgeran di çakakiyê de bêdengiya dewletên Yêkîtiya Ewropayê û hevkariya wan bi dewleta Tirkiyê re jî rexne kirin.
Bang li tevahî gelên Kurd hate kirin ku li hember her cûre êriş û xiyanet yek girtî bin li berxwdanan gerila xwedî derkevin.