Dîroknas û çavdêrê siyasî Hesen Baran behsa hevariya PDK’ê li gel dewleta Tirk kir û got:”Her hêzeke Kurd ku li gel dewleta Tirk a dagirker li dijî Kurdan şer bike, berî ku xwişk û birayê xwe bikuje, dê xwe bikuje.
Divê gelê Kurd dost û dijminên xwe ji hev cuda bike.
Têkildarî serdana Erdogan ya Iraq û Başûrê Kurdistanê û hevkariya PDK’ê ya li gel Tirkiyeyê Dîroknas û çavdêrê siyasî Hesen Baran nirandin kir.
Hesen Baran destpêkê bal kişand bi ser hewldanên dewleta Tirk û guherandina demografiya Kurdistanê û got:
“Mixabin ku îro em behsa Erebkirin û Tirkkirinê dikin, em dibînin ku ev gelên serdest pêvajoya Erebkirin û Tirkkirinê li Kurdistanê didomînin.
Rojane axa Kurdistanê li Rojava û Başûr tê dagirkirin, mafên gelê Kurd tên desteserkirin û artêşa Tirk herêmên cuda cuda dagir dike.
Hewl dide Kurdan ji cihên wan derxe û li şûna wan Ereb û Tirkmenan bi cih bike. ”
Hesen Baran: Divê glê Kurd dost û dijminên xwe ji hev cuda bike
Her wiha Hesen Baran bal kişand ser serdana Erdogan a Iraq û Başûrê Kurdistanê kir û li ser mebestên dewleta Tirk ev tişt anîn ziman:
“Niha Erdogan hat Iraqê, lê av li ser xelkê biriye. Ji hêla aborî, ewlehî û leşkerî ve li doza gelê Kurd dinêre.
Ev siyaset siyaseteke kevn e. Divê gelê Kurd siyaseta xwe li ber çavan re derbas bike, dost û dijminên xwe ji hev cuda bike.”
Her dawî Dîroknas Hesen Baran bal kişand bi ser hevkariyên PDK’ê yên li gel dewleta Tirk kir û wiha bi dawî kir:
“Em hêvî dikin careke din hêzeke siyasî ya Kurd li her çar parçeyên Kurdistanê destê xwe bi xwîna Kurdekî din sor neke. ”
Meqdîd Hacî: Dewleta Tirk naxwaze pirsgirêka gelê Kurd çareser bibe
Mamostayê Zanîngehê Meqdîd Hacî jî derbarê serdana Erdogan ya ji bo Iraq û Başûrê Kurdistanê axivî û got:
“Diviyabû berpirsên Başûrê Kurdistanê rawestandina êriş û dagirkeriyê bikira merca hevdîtina bi Ergodan re.
Li Hewlêrê bi vî awayî pêşwazîkirina Erdogan, ji bo berpirsên Başûr û PDK’ê şermezariye.
Ji ber Dewleta Tirk naxwaze pirsgirêka gelê Kurd çareser bike. Ji bo wê li şûna aştî û diyalogê serî li şer daye û êrişî PKK’ê dike.”