Niyaz Abdullah: PDK baregehên xwe da artêşa Tirk

Endama KNK’ê Niyaz Abdullah, diyar kir ku hêza 80’emîn a PDK li hin cihan alîkariya dewleta Tirk dike û got:
Hin baregehên PDK ji bo artêşa Tirk hatine valakirin û ji sedî 50’ê herêma Behdînanê di bin dagirkeriyê de ye.

Êrişên dewleta Tirk ên li ser Başûrê Kurdistanê ev demeke dirêj e didome .

Li dijî van êrîşên dagirkeriyê jî nerazîbûneke têrker nehat nîşandan.

Hikûmetên Iraq jî li vir bêdeng ma.

Di wextekê de ku ev êriş nayên rawestandin Erdogan serdana Iraqê kir .

Endama KNK’ê Niyaz Abdullah derbarê van mijaran de ji ajansa ANF’ê nirxandin kir.

Niyaz Abdullah destpêkê behsa êrişên li dijî Başûrê Kurdistanê kir û got:

“Ev demeke dirêje êrişên dewleta Tirk ên li ser Başûrê Kurdistanê nehatiye rawestandin .

Li hember van êrişan her kesî xwe li bêdengiyê danî .

Wer xwiya ye Rêveberiya Kurdistanê ya fedekar parçe ye û hêzên leşkerî jî bi vî rengî ne.

Hêza 80’emîn a PDK li hin cihan alîkariya dewleta Tirk dike.

Em vê yekê bi xemgîniyeke mezin tînin ziman.

Li hin herêman baregehên PDK ji bo artêşa Tirk hatin valakirin.

Niha ji sedî 50 ji herêma Behdînan di bin dagirkeriya artêşa Tirk de ye. Pêvajoya dagirkeriyê her ku çû dirêj kir. ”

Niyaz Abdullah: Baregehên Tirk fermî kirin

Endama KNK’ê anî ziman ku piştî serdana Erdogan xeterî heye ku peymanên berê yên navbera Iraq û Tirkiyê bikevin meriyetê û got:

“Serdana Erdogan a li Iraqê xetere û xwiya ye ku peymanên beriya niha hatine kirin wê ji niha û pê ve bi cih werin anîn.

Yek ji xeteriyan ew e ku baregehên Tirkiyê wekî baregehên fermî bên dîtine .”

Back to top button