Di 23’ê Nîsanê de hemwextî êrişa li ser Medya Hebar û Stêrk TV li bajarê Stenbol û Enqerê gelek rojnamevanên Kurd hatin binçavkirin.
Îcar 3 rojnamevanên ku bi daxwaza girtinê sewqî dadgeriyê hatin kirin, hatin girtin.
Di 23’ê Nîsanê de li Enqere û Stenbolê polîsan bi ser malên xebatkarên Çapemeniya Azad de girtin.
Di encama serdegirtinê de nêzî 7 rojnemevan hatin binçavkirin .
Rojnamevanên ku Stenbolê de hatibûn binçavkirin, lêpirsîna wan a li dadgeriyê bi dawî bû.
Dadgeriyê bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” der barê nûçegihanên Ajansa Mezopotamyayê (MA) Mehmet Aslan,
Esra Solîn Dal û xebatlarê Çapemeniya Azad Erdogan Alayûmat biryara girtinê da.