“Daxwazên Erdogan ê şerê li dijî PKK’ê bi cî nehatin”

Erdogan çû Iraqê û gotinên bê bingeh belav kirin.
Xwedêgiravî wê Iraq li kêleka wî beşdarî şerê li dijî PKK”ê bike.
Lê belê aliyên siyasî û komên çekdar ên nêzîkî Îranê rê li ber wî girtin û bi tu awayî destwerdana Tirkiyê qebûl nakin.
Ew dibêjin ku “Iraq ji vî şerî tu sûdê wernagire”
Lewra bû sedem ku Tirkiyê li xwe mikur were û hinek pileya daxwazên xwe bo Iraqê kêm bike.
Bi gotineke din, çûna Erdogan a bo Bexdayê li ba dikeve û tiştekî bi dest naxe.

Serokê dagirkeriya Tirkiyê bi nêta ku Iraqê têxe bin baskê xwe çûbû Bexdayê.

Wer lê dinêrî ku dê bi hêsanî Artêşa Iraqê beşdarî şerê li dijî PKK’ê bike.

Lê belê, hesabê Erdogan û sûkê li hev nehatin û rikberiyeke xurt lê vegeriya.

Li gor Rojnameya El-Ereb a Londonî hêzên siyasî yên şîî hikûmat Iraqê hişyar kir ku bi tu awayî beşdarî şer nebe.

Roja pêşî ya serdanê rayedarên Tirk idia kir ku dê odeyeke hevbeş li gel Iraqê ava bikin da ku şerê PKK’ê bikin.

Lê piştî helwesta aliyên siyasî û komên çekdar, ev sînorê daxwazan hat xwarê.

Li bara vê, Rojnameya El-Ereb eşkere kir ku rayedarkî parastinê yê Tirkiyê gotiye ku “Iraq dê sînor biparêze û Tirkiyê jî dê alîkariya lojstî jê re pêşkêş bike”

Lê çavdêr dibînin ku “eger gaveke bi vî rengî were avêtin, Iraq wekî gardiyanekî bo Tirkiyê tê dîtin”

Têkildarî vê jî Asaib Ehil El Heq raporek li ser malpera xwe bi serenavê “Fitne û xwîn ji bo razîkirina Erdogan” belav kir û got “Em bi tundî hewlên xistina hêzên Heşda Şeibî bo şerê li dijî PKK’ê red dikin”.

Her wekî Şêwirmendê Serokwezîrê Iraqê Sobhan Melle Ciyad eşkere kir ku “reşnivîsa peymana ewlehiyê bi Tirkiyê re nehat îmzekirin”

Li tenişta vê jî Endamê Hevpeymana El-Fetih Elî El-Fetlawî îşaret bi PDK’ê kir û got ku Kurd û Tirk hewl didin Hêzên Heşda Şeibî bixin nav şerekî ku qet îşê wan pê tune ye.

Her wiha eşkere kir ku “Dixwazin em li ser navê Pêşmergeyan şerê PKK’ê bikin”

Bi van helwest û nerazîbûnan, wer xuyaye ku pelikên Erdogan ên “Dosya Avê, Rêya Geşpêdanê û Petrolê” dişewitin û tûrikî wî ji Bexdayê vala vedigere.

Hêzên siyasî yên Iraqê Bexda hişyar kir ku beşdarî şerê li dijî PKK nebe

Back to top button