Hêzên siyasî yên Iraqê Bexda hişyar kir ku beşdarî şerê li dijî PKK nebe

Rejîma Erdogan hewil dide bi serdan û îmzekirina çend peymanên bazirganiyê li gel Iraqê, Bexda ji bo xwe bikar bîne.
Daxwaza Erdogan ya ji bo Iraq li kêleka wan bi PKK’ê re bikeve nava şer rastî bertekan hat.
Hêzên siyasî yên Iraqê hikumeta welat hişyarkirin û gotin;
Beşdarbûna şerê li gel PKK’ê, wê Iraq bêxe nava şerekî pir xerab.

Dewleta Tirk hêvî dikir ku Iraqê bike şirîkê xwe yê şerê li dijî Partiya Karkerên Kurdistanê PKK, lê ev yek ji aliyê hêzên siyasî û komên çekdar ên Iraqê ve hat redkirin.

Aliyên siyasî yên Iraqî hişyarî dan ku Iraq wê bi tu awayî ji bo berjewendiyên Tirkiyê beşdarî şerê li dijî PKK nebe, ji ber ku ev şer wê Iraqê ber bi şerekî giran yê xerab ve bibe.

Çavkaniyên Iraqî destnîşan kir ku mijara ewlehiyê nehat erêkirin, ji be vê yekê wê komîteyek ewlehiyê were avakirin ku lêkolîna vê mijarê kûrtir bike.

Hêzên siyasî yên Iraqî beşdarbûna planên Erdogan ên mêtîngeriyê red dikin

Erdogan duşema borî serdana Bexdayê û piştre jî Hewlêrê kir, di wê serdanê de ji esasê 27 xalan li ser 26 xalan lihevkirin pêk hat. Ew xal berê hatibûn amadekirin.

Şêwirmendê Serokwezîrê Iraqê Sibhan El Mela Ciyad gotibû ku reşnivîsa ku hatiye amadekirin ji bilî mijara lihevkirina ewlehî bê astengî hatiye erêkirin.

Tirkiyê ji Bexdayê dixwaze ji bo berfirehkirina şerê li dijî PKK’ê destûrê bide PDK

Çavkaniyan diyar kir ku di mijara ewlehiyê de ku Tirkiyê amade kiribû daxwaz hatibû kirin ku Iraq destûrê bide Partiya Demokratî Kurdistan PDK ku li seranserî xaka ku PKK lê heye tev bigere û bigihêje sînorê Sûriyê.

Çavkaniyan destnîşan kir ku komên girêdayî Îranê ev mijar ji binî ve red kirine û hişyarî dane ku Tirkiyê dê weke hêzeke hevrrikê wê derbasî xaka Iraqê nebe.

Endamê Koalîsyona El Fetih Elî El Fitlawî: Em li dijî PKK şer nakin

Endamê Koalîsyona El Fetih Elî El Fitlawî şerê dewleta Tirk û PDK yê li dijî PKK red kir û destnîşan kir ku Iraq ji vî şerî tu sûdê wernagire.

Her wiha tekez kir ku dosya ewlehiyê yê di navbera Enqere û Bexdayê de nayê kontrolkirin ji ber ku PKK li ser rûbareke berfireh serwer e û pir baş erdnîgariya herêmê û xeteriya wê nas dike.

Back to top button