Piştî êrişa Polîsên Belçîkayê, Polîsên Tirkiyê jî dest bi êrişan kir

Piştî êrişa Polîsên Belçîkayê ya li ser navenda Stêrk TV û Medya Haber ê Polîsên dewleta Tirk jî li dijî rojnamevanên Bakurê Kurdistanê dest bi êrişan kir.
DBP û DEM Partî têkildarî binçavkirinan rojnamevana dadxuyanî dan û gotin:
“Ev rewş bi rêka qanûnî qedexekirina rojnamevaniyê ye.”

Piştî êrişa polîsên Belçîkayê ya li ser Studyoyên Stêrk TV û Medya Haber TV’yê polîsên dewleta Tirk jî li dijî rojnamevanên Bakurê Kurdistanê dest bi êrişan kir.

Di êrişa polîsan de 9 xebatkarên Çapemeniya Azad hatin girtin.

DBP û DEM Partî: Divê 9 xebatkarên Çapemeniya Azad demildest serbest bên berdan

Rêxistinên Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) û Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ên Rihayê têkildarî binçavkirinan daxuyanî dan.

Di daxuyaniyê de, bertek nîşanî binçavkirina rojnamevanan û serdegirtina studyoyên Stêrk TV û Medya Haberê da hate dayîn û wiha got:

“Li gorî encamên hilbijartinê yên di 31’ê Adarê de em dibêjin divê peyamên ‘Demokrasî, çareserî û aştiyê’ yên gelên Tirkiyê li ser sindoqê dane rast bên xwendin.

Bi vê re dawî li van êrîşên bêhiqûqî bê anîn û em daxwaz dikin ku 9 xebatkarên Çapemeniya Azad ên hatine binçavkirin demildest bên berdan.”

Ceylan Şahînlî: Ev rewş Krîmînalîzekirina Rojnamevaniyê ye

Rojnamevan Ceylan Şahînlî jî bi heman awayî bertek nîşanî girtina rojnamevanan da û diyar kir ku ev rewş krîmînalîzekirina rojnamevaniyê ye. .

Ceylan Şahînlî: Divê hevalên me yên rojnamevan demildest bên berdan

Li Dêrsimê jî rojnamevanan, li Qada Seyîd Riza daxuyanî dan.

Rojnamevan Huseyîn Yaşar Sezgîn diyar kir ku mafê agahî wergirtinê yê gel nikare were astengkirin û got:

“Divê hevalên me yên rojnamevan demildest bên berdan.”

Back to top button