Partiya Çep a Ewropayê serdegirtina li Stêrk TV û Medya Haber TV’yê şermezar kir û got:
“Serdegirtina polîsên Belçîkayê ya li Medya Kurd binpêkirina pîvanên hiqûqî li Belçîka û Ewropa ye.
Divê rayedarên Belçîkî helwest cidî nîşan bidin.
Beriya 3 rojan polîsên Belçîkayê bi ser Medya Haber û Stêrk TV de girtin.
Partiya Çep a Ewropayê (European Left) bi daxuyaniyekê sedegirtinê şermezar kir û got:
”Ev serdegirtin rêgezên azadiya çapemeniyê bin û pîvanên hiqûqê yên Ewropa û Belçîkayê binpê dikin.”
Ev serdegirtin bi armanca tepisîna dengê Kurd hate kirin û rê li ber firarên cidî vedike.
Ji ber ku ev serdegirtin di roja Rojnamevaniya Kurd de û piştî serdana dîplomatîk a rayedarên Tirk li Belçîkayê pêk hat.
Êrîşên li dijî van saziyan bi tu awayî nayên qebûlkirin û ji cewhera nirxên demokratîk re xeteriyeke mezin e ku em Partiya Çep a Ewropayê wê yekê diparêzin.”
Partiyê di dawiya daxuyaniyê de bang li saziyên siyasî û çapemeniya Ewropayê kir ku li dijî van êrîşên qirêj helwest nîşan bidin.