Gulistan Elî: Dagirkerî dixwaze herêmên Başûr û Bakur-Rojhilatê Sûrî dagir bike

Alîkara Hevserokên Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser Gulistan Elî derbarê êrîşên dagirkeriya Tirk û xiyaneta PDK’ê axivî û got:
“Kurdistan li ber çavê dewleta Tirk yek parçe ye, dixwaze Kurdan bi temamî qir bike.
PDK’ê bi vî rengî nabîne û hevkariyê pê re dike.”

Êrîşên dagirkeriya Tirk bi alîkariya xayînên PDK’ê re li ser Kurdan berdewamin.

Alîkara Hevserokên Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Gulistan Elî derbarê mijarê de axivî.

Gulistan Elî behsa armanc û planên dagirkeriya Tirk kir û ev tişt anî ziman:

“Erdogan bi planên êrîşên li ser Başûrê Kurdistanê û Bakur-Rojhilatê Sûrî hewl dide desthilatdariya xwe li ser piyan bihêle.

Her wiha bi hin hewldanên dîplomatîk hewl dide şirîkan ji xwe re peyda bike.

Bi gelek dewletan re hevdîtin kir, hevdîtinên li Iraq û Hewlêrê jî di vê çarçoveyê de ne.

Armanca esasî ya dewleta Tirk a ji van hevdîtinan dagirkirina hin herêmên Başûrê Kurdistanê û Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê ye.

PDK heta niha piştgirî dida wan, lê belê vê carê dixwaze bi rengekî çalak tevlî bibe.

Bi vî rengî dixwaze bigihêje armanca xwe.”

Gulistan Elî: Dagirkeriya Tirk ji yekbûna Kurdistanê ditirse

Gulistan Elî diyar kir ku ji destpêka Şoreşa Rojava ve siyaseta ku PDK dimeşîne zerarên cidî da herêmê û wiha dewam kir:

“Dewleta Tirk ti carî Kurdistan weke çar parçe nedît.

Ji ber vê jî dixwze kurdan qir bike û dagirkirina xwe belav bike.

Mixabin PDK ev yek ti carî bi vî rengî nedît.”

Gulistan Elî: Em bi hêz û berxwedanê vê pêvajoyê derbas bikin

Alîkara Hevserokên Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Gulistan Elî helwesta gel ya li hember van êrîşan anî ziman û ev bang kir:

“Weke gelên Bakur û Rojhilatê Sûrî divê em careke din bi hêz û berxwedana xwe, xwe nîşan bidin.

Yanî careke din di çarçoveya şerê gel ê şoreşgerî de, çawa ku bi hêz û têkoşîna gelan û Rêveberiya Xweser di şerê Kobanê de li pêşberî berxwedana mezin a gel ew nikarîbûn bêhelwest bimînin, îro jî bi heman berxwedan, hêz û rêxistin em ê bikaribin vê pêvajoyê derbas bikin.”

Back to top button