Tecrîda Mutleq a li Îmraliyê ket meha 38’an

Tecrîda mutleq a li Îmraliyê ket meha 38’an.
Ji 25’ê Adara 2021’ê vir ve, 375 serlêdanên parêzeran û 165 serlêdanên malbatê hatine kirin.
Li gel vê 538 serlêdanên ji bo hevdîtina bi Rêber Apo re ku 38 meh in tu agahî jê nayê girtin, bê encam man.

Tecrîda Mutleq a li ser Rêber Apo a Îmraliyê ket meha 38’an.

Di sala 2019’an de parêzeran 5 caran hevdîtin bi Rêber Apo re pêk anîn.

Hevdîtina dawî di 7’ê tebaxa 2019’an de bû.

Rêber Apo herî dawî di 3’yê adara 2020’an de rû bi rû hevdîtin bi malbata xwe re pêk anî.

Herî dawî jî Rêber Apo di 25’ê adara 2021’ê de bi rêya telefonê bi birayê xwe Mehmet Ocalan re hevdîtin pêk anî ku ev hevdîtin jî di nîvî de hatibû qutkirin.

Piştî vê hevdîtinê heya niha tu agahî ji Rêber Apo nayê girtin.

Ev rewşa bêpêwendiyê, di lîteratura hiqûqa navneteweyî de wekî “incommunicado” tê binavkirin.

538 Serlêdan bê encam man

Parêzerên Buroya Hiqûqê ya Asrinê her hefte ji bo hevdîtinê hem serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê hem jî serî li Midûriyeta Girtîgeha Îmraliyê dikin.

Ji 25’ê Adara 2021’ê vir ve, 375 serlêdanên parêzeran û 165 serlêdanên malbatê hatine kirin.

Lê belê hemû serlêdan an bê encam mane yan jî di bin navê “dîsîplînê” de ku sedema wê nayê diyarkirin, hatin redkirin.

Grevên birçîbûnê veguherîn boykotê

Girtiyên siyasî yên li girtîgehên Tirkiye û Kurdistanê di 27’ê Mijdara 2023’yan de dest bi greva birçîbûnê ya dorveger kirin.

Girtiyan ji 4’ê Nîsanê roja rojbûna Rêber Apo, çalakiya xwe ber bi asteke din ve birin.

Girtiyan greva birçîbûnê bi dawî kirin û dest bi boykotkirina dadgehan, hevdîtinê bi malbatê û hevdîtinê bi rêya telefonê kirin. Çalakî li hemû girtîgehan didome.

3 Hezar kesî çalakiya rûniştinê li dar xist

Kongreya Civaka Demokratîk a Kurdistaniyên li Ewropayê (KCDK-E), saziyên demokratîk ên li Ewropayê, komên enternasyonalîst û navên navdar jî di nav de bi beşdariya 3 hezar kesî li ber CPT û Konseya Ewropayê (KE) li bajarê Strasboûrg ê Fransayê 5 rojan çalakiya rûniştê hat lidarxistin.

Malbat û Parêzer hevdîtin bi CPT’ê re kirin

Parlamenterê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) yê Rihayê û biraziyê Abdullah Ocalan Omer Ocalan û yek ji parêzerên Buroya Hiqûqê ya Asrin Ozgur Faîk Erol di 18’ê Nîsanê de bi rayedarên CPT’ê re hevdîtin pêk anîn.

Back to top button