Rêveberiya Xweser şehîdên Qereçoxê bi bîr anîn

Îro 25’ê Nîsanê Roja Şehîdan ne.
Bi vê boneyê bi riya daxuyaniyan û çalakiyên bîranînê, şehîdên azadiya kurdistanê hatin bibiranîn.
Di çalakiyên biranînê de soza xurtkirina têkoşînê hat dayîn.

25’ê Nîsanê roja Şehîdan e, roja bîranîna şehîdên Qerecoxê ye ku di encama bombebarana balafirên şer ên dewleta Tirk a dagirker de şehîd bibûn.

Di ser êrîşa dewleta Tirk a dagirker a li ser Çiyayê Qereçoxê re 7 sal derbas bûn.

Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûrî bi boneya 25’ê Nîsanê daxuyanî da.

Rêveberiyê di daxuyaniyê de şehîdên Qereçoxê û tevahî şehîdên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi bîr anî û got:

“Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê 25’ê Nîsanê Roja Şehîdan e.

Sala 2017’an di 25’ê Nîsanê de dewleta Tirk bi balafirên şer Çiyayê Qereçoxê bombebaran kiribû.

Di encamê de gelek şehîd çêbûn.

Şehîdên me mîsogeriya serketin û siberojeke ewle ne.

Şehîdên me ji bo me çavkaniya hêz û israra ber bi rizgarkirina herêmên dagirkirî û avakirina civakeke azad û demokratîk in.”

Rêveberiya Xweser dawiyê soza şopandina xeta şehîdan heta pêkanîna armancên wan hat dayîn.

Li Kobanê, Reqa û Helebê şehîdên qereçox hatiin bibîranîn

Meclisa Malbatên Şehîdan a herêma Firatê jî daxuyaniyek da û got:

Bi saya fedekariya şehîdan me destkeftiyên mezin bi dest xistin û heta serkeftinê û azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan em ê rêya şehîdan bidomînin.

Meclisa Malbatên Şehîdan a bajarê Tebqayê jî çalakiyeke bîranînê li goristana şehîdan li dar xist.

Şêwirmendê Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Tebqayê Mezlûm Yûsif axivîn, hemû şehîdên azadiyê bi bîr anî û soza dewamkirina berxwedan û têkoşîna li ser rêya Şehîdan heta serketinê da.

Her wiha Meclisa Malbatên Şehîdan li Helebê jî Roja şehîdan bi daxuyaniyekê bi bîr anî û got:

“Şehîdên me ji bo doz û azadiya Kuerdan canê xwe feda kirin.

Em ê jî li rêya şehîdên xwe berxwedana xwe bidomîn û armancên wan pêk bînin.”

Bi heman armancê jî Meclisa Malbatên Şehîdan li Şamê daxuyaniyek dan.

Endamê Partiya Yekîtiya Demokratîk PYD’ê Ebdulrehman Ferhan şehîdên 25′ 25’ê Nîsanê bi bîranîn û got:

“Ji bo parastina nirxên şoreşekê divê mirov xwedî li keda şehîdan derkev.”

Salvegera 7’an a êrişa li dijî Qereçoxê

Back to top button