Ciwanên Kantona Şehba û Efrînê ji bo pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Apo banga bilindkirina têkoşînê kirin û gotin: Ciwan stûnên şoreşê ne.
Bi dirûşma “Bi ruhê ciwanan em ê komployê bi dawî bikin û cenga azadiyê ser bixin” Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê ya kantona Efrîn û Şehbayê konferansek li ser têkoşîna ciwanan a ji bo Rêber Apo li dar xist.
Endama rêvebera Desteya Ciwanan û Werzîşê ya Kantona Efrîn û Şehbayê Emîne Hac Ebdo perspektîfên Rêber Apo ên li ser ciwanan û rola wan di avakirina civakê de, maf û erkên wan xwendin.
Piştre hevserokê Meclisa kantona Efrîn û Şehbayê Bekir Elo axivî û got:
“Hemû dewlet dixwazin li gorî berjewendiyên xwe yên taybet tev bigerin, lê bi îradeya ciwanan em ê bi ser bikevin.”
Paşê ciwanan di nîqaşên xwe de destnîşan kir ku ciwan stûnên şoreşê û hêza dînamîk a civakê ne ku bi wan serkeftin misoger dibe.
Ciwanan gotin, pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Apo erkê wan e.