Ciwanan ji bo azadiya Rêber Apo konferanseke li dar xist

Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyeyê di çarçoveya pêngava azadiyar fîzîkî ya Rêber Apo de konferansek lidarxist.
Ciwanan di konferansê de qala girîngiya xwendina pirtûkên Rêber Apo kirin û diyar kirin ku divê têkoşîn were bilindkirin.
Yekitiya Jinên Ciwan jî ji bo balê bikşînin ser Tecrîda girankirî li Qamişlo pêşangeha wêneyên Rêber Apo nîşan dan.

Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyeyê ji bo pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Apo konferansek lidarxist.

Konferans bi dirûşma “Me bi ciwantî dest pê kir em ê bi ciwantî bi ser bikevin” li taxa Şêxmeqsûd a Helebê hate li dar xistin.

Endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyeyê, nûnerên ciwanan ên di saziyên sivîl de û partiyên siyasî beşdarî konferansê bûn.

Destpêkê perspektîfên Rêber Apo ji aliyê endama Yekitiya Jinên Ciwan Biharîn Efrîn ve hatin xwendin.

Piştre sênevîzyonek li ser têkoşîna Rêber Apo hat nîşandan.

“Em bi saya fikrê rêbertî gihîştine vê astê”

Beşdaran li ser çawaniya pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Apo nêrînên xwe anîn ziman.

Endama Tevgera Hîlala Zêrîn ya Çanda Jinan Axîn Reşo qala girîngiya xwendina pirtûkên Rêber Apo kir û got:

“Divê ciwan neyên lîstokên şerê taybet û li hemberî wê têkoşînê geş bikin.”

Endamê Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyeyê Şukrî Elo jî got:

“Em bi saya Rêbertî gihîştine vê astê û em têkoşîna xwe ji berxwedana wî digrin.”

Li Qamişlo pêşangeha wêneyên Rêber Apo hate vekirin

Yekitiya Jinên Ciwan jî bi dirûşma ”Jin Jiyan Azadî’ bi 18 wêneyan têkoşîna 50 salan a Rêber Apo nîşan da.

Pêşengeha ku dehan ciwan û gelek kes beşdar bûn li parka taxa Qidûrbeg a bajarê Qamişlo hat vekirin.

18 wêneyên Rêber Apo yên ji Amarayê heta bi Girava Îmraliyê hatin pêşandan.

Li ser wêneyan bi nivîsên erebî têkoşîna 50 salan hate vegotin.

Her wiha ciwana balkişandin ser tecrîda giran kirî ya li ser Rêber Apo û banga azadiya fîzîkî ya Rêber Apo kiri.

Back to top button