Çeteyên dewleta Tirk a dagirker li Ezazê bi guleyan 2 kes kuştin û cenazeyên wan şewitandin.
Mîna sûcên çeteyên DAIŞ’ê, dema li qadên giştî welatî dikuştin û cenazeyên wan dişewitandin.
Çeteyên dewleta Tirk a dagirker bi guleyan 2 kes bi hinceta têkiliya wan bi teqîna erebeya 31ˊê Adarê de heye, kuştin.
Di dîmenên ku hatnê belavkirin tê dîtin:
Piştî ku çeteyên “Cebhet El Şamiye” li sûka bajarê Ezazê guleyan berdidin du kesan û tên îdamkirin, agir jî berdidin cenazeyê wan.
Ev kiriyarên derqanûnî yên çeteyan mîna kiriyarê çeteyên DAIŞ’ê, dema pîlotê Urdinî Muaz El Kesabse li nava bajarê Reqyê ew bi saxî şewtandin.