Endamê Dîwana Serokatiya Tevgera Azadî Hisên Kerkûkî li ser serdana Serokkomarê Tirk Erdogan a ji bo Iraqê got:Serdan ji bo Iraq û gelên wê heqareteke.
Ji çavdarên siyasî yê ji Başûrê Kurdistanê Niyaz Hamîd jî bal kişande li ser naveroka hevdîtinan û anî ziman Erdogan li Iraqê tişta dixwest bi dest nexist.
Li ser serdana şefê rejîma faşîst Erdogan a ji bo Iraqê û Başûrê Kurdistanê aliyên Kurdistanî û demokrat bi bertek in.
Endamê Dîwana Serokatiya Tevgera Azadî Hisên Kerkûkê li ser serdana Serokomarê Tirk Erdogan a ji bo Iraqê nirxandin kir.
Hisên Kerkûkê diyarkir ku serdana Erdogan a ji bo Iraqê heqareteke li gel û dewletê ye û got:
“Ji berku hêzên Tirkiye bi dijwarî xaka Herêma başûr Kurdistan û Iraqê bombebaran dike.”
Kerkûkî bal kişande li ser baregehên leşkerî yên ku dewleta Tirkiyê li ser xaka wê ava dike û anî ziman ev jî li gor yasayên navdewletî binpêkirina serweriya welatek dine.
Hisên Kerkûkî: Pêwîste hemû hêzên siyasî ti lihevkirinek li gel dewleta Tirk nekin
Di vê çarçoveyê de Kerkûkî anî ziman dewleta Tirk û Erdogan bi eşkereyî daxwaz dikin ku parêzgehên Musil û Helebê vegerînin ser xaka Tirkiyê û axaftina xwe wiha bi dawî kir:
“Pêwîste hemû hêzên siyasî vê serdana Erdogan red bikin û ti lihevkirinek li gel dewleta Tirk de nekin û nekevin di xizmeta wê de.”
Melayên Başûrê Kurdistanê: Ji ber êrişên Tirkiyê Xwezaya Kurdistanê wêran dibe
Li aliyekî din jî Melayên Başûrê Kurdistanê bertek nîşanî êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirkiyê dan û bang li hikûmeta herêmê kirin.
Oldaran diyar kirin ku dewleta Tirk a dagirker ji bilî kuştina sivîlan, xwezaya Kurdistanê jî talan dike û gotin:
ji ber êrişan daristan dişewitin, divê hikumeta Başûr rê li ber êrişan bigire.
Çavdarê Siyasî Niyaz Hamîd: Erdogan li Iraqê tişta dixwest tam bi dest nexistiye