Komîsyona Hilbijartinê ya Iraqê: Hilbijartina herêmê nayê paşxistin

Li ser gotegotên paşxistina hilbijartina parlamentoya Başûrê Kurdistanê Komîsyona Bilind a Hilbijartinên Iraqê agahî dan.
Komîsyonê ragihand ku ti biryarek ji bo paşxistina propagandaya hilbijartinê nehatiye dayîn û got:
“Ji bo hilbijartinê em amadene û wê xwebatên propagandaya jî di dema xwe de ango 10 Gulan de destpêbike.”

Berdevka Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinên Iraqê Cumane Xelayî têkildarî hilbijartina Parlementoya Herêma Başûrê Kurdistanê agahiyên nû parve kir.

Cumane Xelayî ragihand ku ti biryarek ji bo paşxistina propagandaya hilbijartina parlementoya herêma Başûrê Kurdistanê nehatiye dayîn.

Wê xebatên Propagandaya Hilbijartina Parlemanteyo 10’ê Gulan dest pê bike

Berdevka komîsyonê Xelayî destnîşan kir ku ji bo ji bo hilbijartin di dema xwe de pêkwere ew amadene û got:

Wê xebatên propagandayê jî 10’ê Gulan dest pê bike.

Di vê çarçoveyê de Cumane Xelayî diyarkir ew hemû amadekariyên xwe didomînin û wê zêdetirî 800 namzet tevlî hilbijartina Parlementoya Herêmê bibin.

Her wiha Berdevka Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinên Iraqê Cumane Xelayî da zanîn wê hilbijartin bi rengê çar bazneyî (Dihok, Hewlêr, Silêmanî, Helebce) pêkwere.

“Ji bo Hilbijartinek şefaf pêkwere tedbîrên pêwîst hatine girtin”

Ji bo yekê jî dawiyê hat eşkere kirin ku serokwezîrê Iraqê wezareta darayî erkdar kiriye ku budceya pêwîst ji bo pêkanîna hilbijartinê veqetîne û got:

Ji bo hilbijartinek şefaf pêk were tedbîrên pêwîst hatine girtin.

Back to top button