Hilbijartina Parlementoya Başûrê Kurdistanê 10’ê Hezîranê pêk tê

Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinên Iraqê ragihand wê propagandaya ji bo hilbijartinên Parlementoya Başûrê Kurdistanê di 10’ê Gulanê de destpê bike.
YNK’ê jî ragihand ku ew ji bo hilbijartinê amaden e û got: “Ger hilbijartin di dema xwede pêkneyê wê Herêma Kurdistan zererê bibîne.”

Çav li rêye ku gelê Başûrê Kurdistanê 10’ê Hezîrana 2024’an ji bo hilbijartina Parlementoyê biçin ser sindoqan.

Lewma di vê çarçoveyê de amadekariyên Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinên Iraqê ji bo lidarxistina hilbijartina Parlementoya Herêma Başûrê Kurdistanê dewame.

Li Başûrê Kurdistanê propagandaya hilbijartinê 10’ê Gulanê destpê dike

Berdevka Komîsyona Hilbijartinên Iraqê Cumane Xelayî têkîldarî mijarê daxuyaniyek çapemeniyê da.

Cumane Xelayî ragihand, propagandaya ji bo hilbijartinê wê 10’ê Gulanê destpê bike û 6’ê Hezîranê de jî bi dawî bibe.

10’ê Hezîranê jî wê gel ji bo hilbijartina Parlementoya Başûrê Kurdistanê dengê xwe bikar bînin.

PDK ji tirsa windakirina kursiyan tevlî hilbijartinê nabe

Her çiqas PDK ragihandiye ewê tevlî hilbijartinê nebin, lê komîsyona hilbijartinê ya Iraqê diyarkiriye ew ê hilbijartin di dema hatî diyarkirin de pêkbînin.

Li gorî çavdêrên siyasî eger PDK tevlî hilbijartinê bibe jî li gorî salên borî encamên ku dixwaze wê nikaribe bidest bixe.

Lewma PDK’e biryara Iraqê ya kêmkirina qotayan qebûl nake.

Talebanî: Ger hilbijartin pêkneyê wê herêma Kurdistan zerer bibîne

Berpirsê Sekreteriya Mam Celal, Qubad Talebanî jî li ser hilbijartina parlementoya Herêma Başûrê Kurdistanê ji çapemeniyê re axivî.

Qubad Talebanî da zanîn ew wek YNK’ê ji hilbijartina parlementoyê re amadene û hemû tedbîrên pêwîst girtine.

Talebanî got:

“Em dixwazin hilbijartin di dema xwe de pêkwere.

Ger hilbijartin di dema xwe de pêkneyê wê Herêma Kurdistan zererek mezin bibîne.”

Back to top button