Rojên ‘Diyaloga bi Ocalan re’ di navbera 15-22’ê Hezîranê de ye

Înîsiyatîfa ku kampanya ‘Azadî ji Abdullah Ocalan re’ bi rê ve dibe, çalakiyên xwe berfireh dike.
Însyatîfê li dijî tecrîda li Îmraliyê banga tevlîbûna li rojên çalakiyê yên ‘Diyaloga bi Ocalan re’ û belavkirina fikrên Abdullah Ocalan kir.
Wê ev çalakî di navbera 15-22’ê Hezîranê de rojên çalakiyê yên navneteweyî bêne lidarxistin.

Înîsiyatîfa ku kampanya ‘Azadî ji Abdullah Ocalan re’ bang li rewşenbîr, zanyar, kedkar, aktîvîst, hunermend, sendîka, tevgerên civakî û siyasetmedaran kir ku di navbera 15-22’ê Hezîranê de bi şêweyên cuda çalakiyan li dar bixin.

Înîsiyatîfê got, çalakiyên xwe bi ramanên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û diyalogê li dar bixin.

Di daxuyaniya Înîsiyatîfê de wiha hat gotin:

“Abdullah Ocalan bêtirî 25 sal in li Tirkiyê di hucreya yek kesî de tê ragirtin û têkîliya wî bi derve re qut bûye. Herî dawî di Tebaxa 2019’an de bi parêzerên xwe re hevdîtin pêk anîbû. Ji Adara 2021’ê ve hemû têkilî qut bûne û derbarê tenduristiya wî de fikarên cidî hene.”

Însiyatîfê diyarkir ku êdî ne pêkan e ku mirov baweriya xwe bi Komîteya Pêşîlêgirtina Êşkenceyê (CPT), Konseya Ewropayê û Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) bîne.

Di daxuyaniyê de, hîmên civaka demokratîk yên li Rojavayê Kurdistanê ku li ser fikrê Rêber Apo tên pêşxistin jî hatin bibîrxistin û wiha dewam kir:

“Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê sîstemeke civakî ya xweser, li ser esasê fikrên azadiya jinan, ekolojî û demokrasiya radîkal a Abdullah Ocalan derdikeve pêş. Di hucreya girtîgehê de “Jin jiyan azadî” formule kir, di sedsala 21’an de dirûşma têkoşîna azadiya jinan û rênîşanê hemû jinên serhildêr û têkoşer e.”

Însyatîfê daxuyaniya xwe bi van gotinban bi dawî kir:

“Daxwazên Abdullah Ocalan ên ji bo rêgezên demokratîk ên rêxistinbûyîna civakî, bala kesên ku bi ramana civakî ya avaker an jî ji nûve avakirina civakê li ser xetên femînîst û ekolojîk re eleqedar e, heq dike.”

Omer Ocalan û Ozgur Faîk Erol bi CPT’ê re hevdîtin pêk anîn

Back to top button