Omer Ocalan û Ozgur Faîk Erol bi CPT’ê re hevdîtin pêk anîn

Parlamenterên DEM Partiyê Omer Ocalan û Parêzer Ozgur Faîk Erol, derbarê tecrîda li ser Rêberê Apo ya girankirî de bi rayedarên CPT’ê re hevdîtin pêk anîn.
Omer Ocalan ji bo hevdîtîna ku bi CPT’ê re hatî kirin got:
Kiryarên neqanûnî yên li ser Rêber Abdullah Ocalan, agahî bi rayedarên CPT’ê re hatin parve kirin.
CPT jî me re gotin ku bêyî destûra welatên endam ew nikarin raporên seredanên xwe bi raya giştî re parve bikin.

Parlamenterê DEM Partiyê Omer Ocalan û Parêzer Ozgur Faîk Erol li Strasboûrgê bi rayedarên CPT’ê re hevdîtin pêk anîn û derheqê hevdîtinê de agahî parve kirin.

Omer Ocalanî destnîşan kir ku wan têkildarî mijara tecrîd û kiryarên neqanûnî yên li ser Rêber Abdullah Ocalan, agahî bi rayedarên CPT’ê re parve kirine.

Her wiha Rayedarên CPT’ê jî li ser vê yekê ji wan re gotine ku bêyî destûra welatên endam ew nikarin raporên seredanên xwe bi raya giştî re parve bikin.

Omer Ocalanî got ku wan ji rayedarên CPT’ê re bi bîr xistiye ku rewşa Rêberê Abdullah Ocalan ji bo gelê Kurd û pirsgirêka Kurd gelekî girîng e û diyar kir ku wan ji CPT’ê daxwaz kiriye ku di vê mijarê de hesas bin û zextê li Tirkiyeyê bikin.

Ozgur Faîk Erol: Divê CPT bi mîsyona xwe rabe û bi bandor be

Parêzer Ozgur Faîk Erol jî ku di hevdîtina li gel Serokê Giştî yê CPT’ê û rayedarên din de cih girt anî ziman ku dema ku şert û mercên li Îmraliyê hatin berçavkirin hewce ye CPT bibe xwedî mîsyoneke pêxîmker ku CPT ev 25 sal in vê girtîgehê kontrol dike.

Ozgur Faîk Erolî destnîşan kir ku helwesta CPT’ê ya heyî di polîtîkayên tecrîdê de rê li ber Tirkiyeyê vedike û anî ziman ku wan têkildarî vê yekê rexneyên xwe yên ji CPT’ê re anîne ziman û got:

” Hewce ye helwesteke ku fikarên Birêz Ocalan û gelê Kurd ê ku rewşa Abdullah Ocalan dişopîne, ji holê rake, were nîşandan.

Ji bo vê yekê jî çi ji destê me were, hewce ye em bikin.”

Back to top button