Parlamenterê Çewlîgê yê DEM Partiyê derbarê rewşa girtiyên siyasî li Tirkiyê axivî

Parlamenterê Çewlîgê yê DEM Partiyê Omer Farûk Hulaku derbarê binpêkirina mafên girtiyên siyasî li Tirkiyê û tecrîda li ser Rêber Apo de axivî û got:
Li cihekî ku dewlet êdî ji hiqûqê dûr ketiye, ji bilî berxwedan û çalakiyê rêyeke din nîne.
Eger dewlet ji hiqûqê dûr ketibe, hingî berxwedan maf e’

Girtiyên ji doza PKK û PAJK’ê di çarçoveya pêngava ‘Azadî ji Abdullah Ocalan re, çareserî ji pirsgirêka Kurd re” greva birçîbûnê ya ku di 27’ê Mijdarê bi dorvegerî dest pê kirine, di 4’ê Nîsanê de temam kirin.

Girtî ji 4’ê Nîsanê û vir ve tevlîbûna li rûniştinên dadgehê boykot dikin û beşdarî hevdîtina bi malbatê re nabin, axaftina bi telefonê re nakin.

Parlamenterê Çewlîgê yê DEM Partiyê Omer Farûk Hulaku di wê derbarê de axivî.

Omer Hulaku: Li dijî bêhiqûqiya dewletê berxwedan maf e

Omer Farûk Hulaku anî ziman ku li Tirkiyê siyaset bi temamî tê xitimandin û wiha domand:

“Yekane rizgariya ji vê rewşa xitimandî rakirina sîstema tecrîdê ya li Îmraliyê ye.”

Di çareseriya meseleya Kurd û aştiya civakî de muxatabê herî girîng e.

Tecrîda li ser Birêz Ocalan ji bilî astengiya li pêşiya çareseriya demokratîk û aştiya civakî ne tiştekî din e.”

Parlamenterê DEM Partiyê banga xwedîderketina li girtiyên siyasî û malbatên wan kir

Parlementerê DEM Partiyê Hulaku diyar kir ku girtiyên siyasî yên Kurd asta tecrîdê bi rengê herî baş nirxandin û ji bo encamên wê bêne dîtin dest bi çalakî û berxwedanê kirin û wiha axaftina xwe bi dawî kir:

“Eger li cihekî dewlet ji hiqûqê dûr ketibe hingî ji bilî berxwedan û çalakiyê rêyeke din nîne.

Binpêkirina mafên mirovan û zexta li girtiyên siyasî dewam dikin.

Li dijî malbatên girtiyan jî polîtîkayeke mezin a tepisandinê heye.

Li zindanan têkoşîn û berxwedaneke mezin heye.

Bi piştevaniya bi malbatên girtiyan, bi piştgiriya ji têkoşîna wan re dawî li vê tarîtiya tecrîdê ya li ser civakê dikare bê anîn.”

Back to top button