Şêniyên Çilaxa: Ji bo azadiya Rêber Apo çi ji me bê xwestin em ê bikin

Şêniyên navçeya Çilaxa ya Kantona Cizîrê tecrîda li ser Rêber Apo şermezar kirin û qanûnên rêxistinên mirovî û hiqûqî bi “hibra li ser kaxizê” wesifandin û gotin:
“Heta misogerkirina azadiya fîzîkî ya Rêber Apo em ê li ber xwe bidin.

Nizhe Seyfûdîn diyar kir ku tecrîd ne tenê li ser Rêber Apo ye, li ser gelê Kurd bi tevahî ye û got:

“Her çiqas tecrîdê giran bikin, baweriya gelan bi felsefeya Rêbertî xurttir dibe.

Bi girankirina tecrîdê, îsrara me ya berdewamkirina têkoşîn û berxwedanê heta bidestxistina azadiya wî ya fîzîkî, zêdetir dibe.”

Nizhe helwestên rêxistinên navneteweyî û hiqûqî, di serî de CPT, şermezar kir û qanûnên wê bi “hibra li ser kaxizê” wesifand.

Mehabad Ebdullah jî anî ziman ku tenê Rêber Apo dikare aloziyên di navbera hêzên hegemonîk de çareser bike û got:

“Ji bo azadiyar Rêber Apo çi ji me bê xwestin em ê bikin.”

Hisên El Şêx jî destnîşan kir ku heta misogerkirina azadiya fîzîkî ya Rêber Apo ew ê li ber xwe bidin

Back to top button