Li Mexmûrê çalakiya nobetê bi koma 55’an didome

Li Mexmûrê çalakiya nobetê ya ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo ji aliyê koma 55’an ve dewir hate girtin.

Merasîma dewirgirtina çalakiyê li navenda Ciwanan bi beşdariya gel û çalakvanan pêk hat.

Li ser navê koma 54’an Ezize Tîmor balkişand ser tecrîda girankirî ya li Îmraliyê û wiha got:

” Bêtirî 3 salin em ti agahiyekê ji Rêberê xwe nagirin.

Mafê her girtiyekê heye ku bi malbat û parêzerên xwe re hevdîtinê pêk bînin.

Lê dewleta Tirk rêberê me ji vê mafê bêpar dihêle.

Pêwîste wek jin û ciwanên gelê Kurd em çalakiyên xwe xurtir bikin û Rêbertiya xwe fîzîkî azad bikin.”

Hêjayî bibîrxistinê ye, ji 20’ê Tirmeha 2023’an ve ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo çalakiya nobetê tê lidarxistin.

Çalakî îro di roja 274’an de bi biryardarî dewam dike.

Li Cenevê banga ‘bila sîstema qirkirina Îmraliyê bi dawî bibe’ li CPT’iyê hat kirin

Mîna çarşemên derbasbûyî careke din li ber avahiya NY a li Cenevê çalakî hebû.

Di çalakiya bi armanca azadiya fîzîkî ya Rêber Apo pêk hat de, banga rakirina pergala êşkenceya li Îmraliyê hate kirin.

Çalakiya nobetê ya li Mexmûrê bi koma 53’an dewame

Back to top button