Hêzên Têkoşîna Dijî Narkotîk di navbera sala 2023’an û 2024’an de bi hezaran madeyên Narkotîk desteserkirin.
Asayîşê eşkere kir ku di nava dema bûrî de, miqdareke narkotîkê yên hatine desteserkirin hatine pûçkirin.
Hêzên Asayîşê ya Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji Tîrmeha 2023’an heta Adara 2024’an bi hezaran madeyên Narkotîk li herêmê desteserkirin.
Asayîş: Miqdarek mezin ji cureyên narkotîkê hatin pûçkirin
Asayîşê bîlançoya oparasyonên narkotîkê ya 8 mehan eşkere kir.
Li gorî vê, tevî 2.447.513 hebên Kaptagonê bêtirî 10 kîlogiram heşîş, hêroîn û zeyta kaptegonê hatiye desteserkirin.
Her wiha miqdarên mezin ji amûrên bikaranîna hişbirê jî hatine dîtin.