Li Îmarat, Ûmman û Bahreynê barana zêde bandoreke neyînî li jiyana rojane kir û ji ber vê yekê 18 kesan li Ummanê jiyana xwe ji dest dan.
Bahozê her wiha bandor li hin herêmên Îmarat, Bahreyn, Ûmman û Qatarê kir.
Li van welatan ku avhewaya wan ziwa ye, ji ber barana zêde lehî rabû û trafîk rawestiya.
Li Dûbaî roja Sêşemê bi qasî du salan baran bariya.
Av li kolan û navendên bazarê qewimî.
Balafirgeha Navneteweyî ya Dûbaî ku yek ji balafirgehên herî bi tevger a cîhanê ye, roja Sêşemê berê hin balafiran da cihên cuda.
Li Ûmmanê piştî ku cesedê zarokekî hate dîtin, li gorî rayedaran ji roja Yekşemê û vir ve herî kêm 18 kes ji ber lehiyê mirin.
Li hin herêmên Qatarê jî baranê bandoreke giran kir.
Bahreyn jî kete bin bandora giran a baranê.